Hewlêr (Rûdaw) - Îranê li girtîgehên navendî yên Îsfehan û Meşhedê 3 girtî îdam kirin ku 2 ji wan Belûç in.
Navên girtiyên ku hatine darvekirin Reşîd Qenberzehî, Esedulah Behre û Azad Şuştelî ne.
Ew girtî berê bi tohmetên "madeyên hişbir" û "kuştina bi qesd" cezayê darvekirinê li wan hatibû birin.
Bav û birayê wî jî hatibûn îdamkirin
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, girtiyê Belûç Reşîd Qenberzehî berê sibeha îro li Girtîgeha Destgerdê ya Îsfehanê hat îdamkirin.
Qenberzehî zewicî bû û bavê 6 zarokan bû. Ew xelkê gundê Çah Zerdê yê navçeya Nusretabadê ya Zahîdanê bû.
Ew 2018an li Îsfehanê bi tohmeta madeyên hişbir hatibû desteserkirin.
Piştre ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve cezayê îdamê lê hatibû birîn.
Hengawê da zanîn ku bavê wî jî sala 2011an li Girtîgeha Yezdê hatibû îdamkirin.
Birayê wî yê biçûk Riza Qenberzehî jî berê bi heman tohmetê li Girtîgeha Çabeharê hatibû îdamkirin.
Li hêla din, welatiyê Belûç ê 35 salî Esedulah Behre jî li Girtîgeha Wekîlabadê ya Meşhedê hat îdamkirin.
Ew xelkê Saliabada navçeya Turbet Camê bû. Zewicî bû û zarokekî wî hebû.
Behre 3 sal berê bi tohmeta madeyên hişbir hatibû desteserkirin û Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê cezayê îdamê dabûyê.
Ji ber 2 milyar tumenan hat îdamkirin
Girtiyekî din ê bi navê Azad Şuştelî jî 4ê Hezîrana 2026an li Girtîgeha Navendî ya Meşhedê hat îdamkirin.
Ew 4 sal berê di şerekî kolanan de bi hinceta "kuştina bi qesd" hatibû desteserkirin û cezayê qisasê (kuştin) lê hatibû birîn.
Li gorî çavkaniyên agehdar, malbata Şuştelî di nava van salan de karîbû ji 6 milyar tumenên 4 milyar tumenî wekî pereyê xwînê ku malbata mexdûr xwestibû bide.
Lê wan nikarîbû 2 milyar tumenên mayî peyda bikin.
Malbata mexdûr di dawiyê de ew efû nekir û cezayê wî yê qisasê hat bicihanîn.
Medyaya fermî ya Îranê û çavkaniyên darazê heta niha li ser van îdaman ti agahî belav nekiriye.


.webp&w=3840&q=75)
