Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Desthilata Dadweriyê ya Îranê Esxer Cîhangîr ragihand ku heta niha bi tohmeta "xiyaneta niştimanî" dest danîne ser mal û milkên zêdetirî 200 kesan.
Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê, Esxer Cîhangîr li ser wan kesên ku dest danîne ser mal û milkên wan zanyarî dan.
Esxer Cîhangîr diyar kir ku heta niha bi tohmeta "xiyaneta niştimanî" dest danîne ser mal û milkên zêdetirî 200 kesan.
Cîhangîr her wiha anî zimên ku xebatên destnîşankirina mal û milkên hinek kesên din jî didomin ku bi heman tohmetê têne lêpirsînkirin.
Berdevkê Desthilata Dadweriyê ya Îranê da zanîn ku heta di wan dozan de bigihin encameke teqez dê xebatên wan bidomin.


.webp&w=3840&q=75)
