Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan di berdêla êrişa Îsraîlê de, pîşesaziya petrokîmyayê ya li Hêyfayê bi mûşekan kiriye armanc.
Supaya Pasdaran hişyarî da û got, "Dijminê Siyonîst dest bi lîstikeke metirsîdar kiriye. Dê ev lîstik hemû armancên enerjiyê yên li herêmê li xwe bigire."
Hat ragihandin ku Îsraîlê li bajarê Mahşehrê yê parêzgeha Xuzistanê ya li başûrrojavayê Îranê, tesîseke petrokîmyayê bambebaran kiriye.
Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Îranê îro daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotinê "Hêzên Hewayî yên Supaya Pasdaran, di berdêla destdirêjiya dijminê Amerîkayî-Siyonîst de pîşesaziyeke wekî wê ya li Hêyfayê bi mûşekan kir armanc.
Ew destdirêjî li navendeke pîşesaziya petrokîmyayê ya welatê me hatibû kirin."
Hişyarî da Îsraîlê
Supaya Pasdaran diyar kir ku Îsraîlê êrişî armancên sivîl û pîşesaziyên Îranê kiriye.
Supayê hişyarî da û anî zimên:
"Dijminê Siyonîst bi armancgirtina cihên sivîl û pîşesaziyên petrolê, dest bi lîstikeke metirsîdar kir.
Dê çerxa vê lîstikê hemû armancên enerjiyê yên li herêmê bigire nava xwe."
Amerîka berpirsyar e
Supaya Pasdaran bal kişand ser bandora vê aloziyê ya li ser aboriya cîhanê jî.
Li gorî daxuyaniyê, Amerîka ji van encaman berpirsyar e çimkî rê li ber Îsraîlê negirtiye da ku êrişên xwe yên li ser Libnanê rawestîne.
Îsraîlê êrişî Xuzistanê kir
Îsraîlê berê sibeha duşemê êrişî navenda Petrokîmyayê ya Karûnê kir.
Ev navend li Bendera Mahşehrê ya parêzgeha Xuzistanê ya Îranê ye.
Alîkarê Parêzgarê Xuzistanê yê Kar û Barên Ewlehiyê Weliullah Heyatî jî li ser mijarê axivî.
Weliullah Heyatî da zanîn ku tesîsa Petrokîmyayê ya Karûnê rastî êrişa asmanî ya Îsraîlê hatiye û di encama êrişê de beşeke tesîsê zerer dîtiye.
.webp&w=3840&q=75)


