Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî got, “Îsraîlê hemû xetên sor derbas kirine”
Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî daxuyaniyek da.
Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê yek ji navendên fermandariya leşkerî yên herî bilind ên Îranê ye.
Baregehê li hemberî êrişên Îsraîlê yên li Libnanê û bombebarankirina Beyrûtê hişyariyeke tund da.
Berdevkê Baregehê ragihand ku eger Îsraîl bersiva gava dawî ya Îranê bide, dê "bedeleke dîrokî" bide.
"Bi çiraya kesk a Amerîkayê tawana şer tê kirin"
Îbrahîm Zulfîqarî bi peyameke vîdeoyî bangî cîhanê kir.
Wî îdia kir ku artêşa Îsraîlê li Libnanê bombeyên fosforê bi kar tîne û hiqûqa navneteweyî bin pê dike.
Bi gotina Îbrahîm Zulfîqarî ew yek bi eşkereyî tawana şer e.
Îbrahîm Zulfîqarî anî zimên ku ew êriş bi piştgiriya rasterast a Amerîkayê tên kirin û wî bêdengiya civaka navneteweyî jî rexne kir.
Xeta sor
Îbrahîm Zulfîqarî diyar kir ku êrişên li herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûtê ji bo Tehranê bûne "dilopa dawî" û got:
"Îsraîlê hemû xetên sor derbas kirine. Wekî ku me berê jî hişyarî dabû, eger ev kuştin bidomin an jî bersiva xweparastina rewa ya Îranê were dayîn, Îsraîl û piştgirên wê dê rastî derbên kujertir, wêrankertir û poşmanker bên."
"Tehran dê êdî bêdeng nemîne"
Îbrahîm Zulfîqarî diyar kir ku rewşa li herêmê ketiye qonaxeke "veneger û xeternak" û wî bangî artêşa Îsraîlê kir ku demildest êrişan rawestîne.



