Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Îranê ya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî hişyariyê dide civaka navneteweyî.
Şandeyê ragihand ku êrişkirina ser saziyên atomê metirsiyeke cidî ye. Hat diyarkirin ku ev êriş gefê li ewlehiya cîhanê û jîngeha herêmê dixwin.
Şandeya Îranê di civîneke taybet a Lijneye Birevebir a Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî de axivî.
Şandeyê, êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser santralîn xwe yên atomê bi tundî şermezar kirin.
"17 caran êriş kiriye"
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA), şandeya Îranê ew êriş wekî êrişên "herî berfireh" ên di dîroka ajansê de wesifandin.
Şandeyê da zanîn, ji destpêka derketina şer ve Amerîka û Îsraîlê 17 caran êrişî wan baregehên atomî kiriye.
Ew baregehên atomî di bin çavdêriya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî de ne.
Şandeya Îranê di civînê de hûrgiliyên êrişeke metirsîdar a li ser Santrala Atoma ya Bûşehrê eşkere kirin.
Wan ragihand ku mûşekek tenê 350 metreyan dûrî "reaktora sereke" ya wêstgehê ketiye.
Metirsiya karesateke jîngehî
Şandeya Îranê diyar kir ku eger ew santral rasterast bihata armanckirin, dê bibûya sedema karesatekê.
Li gorî şandeyê, di encama êrişeke wisa de dê rêjeyeke zêde ya madeyên tîrêjder (radyoaktîv) belav bibûya û vê yekê dê karesateke jîngehî ya mezin li herêmê çêbikira.
Nûnerên Îranê ji welatên endam ên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî xwest ku ew welat dawî li wê helwestê bînin ku Îran wê wekî "siyaseta durû" bi nav dike.
Wan her wiha daxwaz kir ku qanûnên nû werin amadekirin da ku her cure êriş ên li ser saziyên atomê bi temamî were qedexekirin.
Bernameya atomê 'aştiyane' ye
Şerê di navbera Îran û Amerîkayê de 28ê Sibata 2026an dest pê kir.
Amerîka û Îsraîl rijd in ku şiyana atomê ya Tehranê ji kar bixin.
Li hemberî vê yekê, Îran dibêje ku bernameya wê ya atomî "aştiyane" ye.
Rayedarên Îranê tekez dikin ku bernameya wan tenê ji bo mebestên tenduristî û enerjiyî ye.



