Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Dînî yê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî, bi boneya cejnên Qurbanê û Xedîr Xumê biryarnameyeke berfireh a efûyê û kêmkirina cezayan îmze kir.
Li gorî biryarê, bêhterî 2 hezar girtî dê bigihîjin malbatên xwe yan jî dê cezayên wan bên kêmkirin.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Desthilata Dadweriyê ya Îranê, lîsteya ku Serokê Desthilata Dadweriyê pêşkêş kiriye, ji aliyê Rêberê Dînî Mucteba Xamineyî ve hat pesendkirin û ket pratîkê.
Pêvajoya efûyê ji Dadgehên Şoreşê heta dadgehên leşkerî gelek dosyeyan li xwe digire.
Pêşengî ji bo "kesên îslahbûyî" ye
Alîkarê Serokê Desthilata Dadweriyê Elî Mûzeferî diyar kir ku dema lîsteya efûyê dihat amadekirin, pîvana bingehîn ahenga civakî û poşmaniya girtiyan bû.
Elî Mûzeferî li ser mijarê wiha got:
"Bi taybetî girtiyên ku giliyê wan ê şexsî tune ye, beşeke girîng a cezayê xwe kişandine, di pêvajoya girtîgehê de halekî baş nîşan dane û hatine îslahkirin, pîr in an jî malbateke wan heye ku divê li wan binêrin, ji vî mafî bi awayekî pêşeng sûd wergirt."
Tawanên siyasî û ewlehiyê nayên efûkirin
Desthilata Tehranê sînorên efûyê bi awayekî zelal xêz kirin.
Tawanên ku gefê li ewlehiya neteweyî dixwin, li derveyî çarçoveyê hatin hiştin.
Li gorî vê yekê, kesên ku ji ber van tawanên jêrîn hatine cezakirin dê neyên efûkirin:
- Sîxurî: Hevkariya bi dezgehên sîxuriyê yên biyanî (CIA, Mossad û hwd.) re.
- Ewlehiya neteweyî: Kiryarên li dijî rejîmê û çalakiyên organîzekirî yên ji bo têkdana aramiya giştî.
- Dozên şexsî: Dosyeyên ku tê de giliyê şexsî heye û razîbûna gilîker nehatiye wergirtin.



.webp&w=3840&q=75)