Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Îranê ragihand ku ew dê binesaziya xwe ya parastinê di asta herî bilind de xurt bikin.
Îranê eşkere kir ku ew dê pêngavên xwe yên ji bo zêdekirina kapasîteya leşkerî ya hêzên çekdar bidomînin.
Wezareta Parastin û Piştgiriya Hêzên Çekdar a Îranê bi minasebeta salvegera mirina damezirînerê Komara Îslamî ya Îranê Ayetulah Xumeynî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Wezareta Parastin û Piştgiriya Hêzên Çekdar a Îranê bal kişandin ser alavên leşkerî yên artêşê û projeyên parastinê û got:
"Em ji bo xurtkirina binesaziya parastinê ya welêt bi hemû hêza xwe gavan diavêjin.
Bi rêya bipêşxistina teknolojiyên stratejîk û baştirkirina hêzên çekdar, dê ewlehî, serxwebûn û yekparçeyiya axa Komara Îslamî ya Îranê bi biryardarî were parastin."
Agirbesta qels û şertê Amerîkayê yê mûşekan
Ev daxuyaniya leşkerî ya Tehranê di demekê de ye ku di navbera Washington û Tehranê de ji 8ê Nîsanê ve "agirbesteke qels" didome.
Ev gav ji ber vê rastiyê gelekî girîng e.
Yek ji şertên herî serekî yên ku Amerîkayê ji bo peymaneke dawî daniye pêşiya Îranê sînordarkirina bernameya mûşekên balîstîk û dronan e.
Ev bername stûna serekî ya doktrîna parastinê ya Tehranê pêk tînin.
Îran dibêje ku kapasîteya wan a parastinê nabe mijara dan û standinan.
Trump bi hêvî ye: Dibe ku dawiya hefteyê em li hev bikin
Ev demek e ku di navbera her du welatan de dan û standinên aştiyê didomin.
Ji aliyê Washingtonê ve li ser vê pêvajoyê peyamên geşbîntir tên dayîn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh li ser pêvajoyê axivî.
Trump diyar kir ku dan û standinên bi Îranê re "gelekî baş" diçin.
Wî da zanîn ku ew li hêviya encameke erênî ye û pêşbîniya xwe wiha anî zimên:
"Eger peymanek çêbibe, dibe ku dawiya hefteya pêşiya me pêk bê."
.webp&w=3840&q=75)


