Li Rojavayê Kurdistanê bertekên li hemberî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya li ser zimanê Kurdî didomin.
Hevserokê Fakulteya Ziman û Wêjeyê ya Zanîngeha Rojavayê Nûman Osman bû mêhvanê Rûdawê û li ser pêşîlêgirtina perwerdeya bi zimanê Kurdî pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Nûman Osman diyar kir ku zimanê Kurdî zimanekî bingehîn ê Rojavayê Kurdistanê ye û go:
“Em wekî Fakulteya Ziman û Wêjeyê ya Zanîngeha Rojavayê dixwazin zimanê Kurdî bi awayekî fermî were naskirin.
Em xwediyê vî welatî ne û perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî me yê rewa ye ku nabe wekî xêra kes û aliyan were dîtin.
Li Rojavayê Kurdistanê xwendekar ev 12 sal in ji dibistanên seretayî heta xwendina bilind bi zimanê Kurdî perwerde dibin.”
Hevpeyvîna Hevserokê Fakulteya Ziman û Wêjeyê ya Zanîngeha Rojavayê Nûman Osman a bi Nalîn Hesenê re:
Rûdaw: Guherandina zimanê perwerdeyê dê çi bandorê li pergala perwerdeyê bike?
Nûman Osman: Zimanê Kurdî zimanekî bingehîn ê axa me ye. Em wekî Fakulteya Ziman û Wêjeyê ya Zanîngeha Rojavayê dixwazin zimanê Kurdî bi awayekî fermî were naskirin. Em xwediyê vî welatî ne û perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî me yê rewa ye ku nabe wekî xêra kes û aliyan were dîtin. Li Rojavayê Kurdistanê xwendekar ev 12 sal in ji dibistanên seretayî heta xwendina bilind bi zimanê Kurdî perwerde dibin.
Rûdaw: Piştî sepandina perwerdeya bi Kurdî asta zanistî ya xwendekaran çawa ye?
Nûman Osman: Kesên ku bi zimanê Kurdî baş nizanin, agahiyên wan ji dewlemendiya wê û bandorên wê yên li ser zimanên cîran jî çênabin. Zimanê Kurdî wekî hemû zimanên cîhanê têra hemû zanistan dike. Em dikarin pergala perwerdeyê bi giştî di hemû astan de pêşkêşî xwendekarên xwe bikin.
Rûdaw: Hûn li gorî kîjan çavkaniyan pirtûkên perwerdeyê amade dikin, bi taybetî pirtûkên waneyên zanistî?
Nûman Osman: Wekî her kesî em jî çavkaniyên xwe ji zanistên welatên Rojavayê werdigirin. Ev rêbaz ji bo hemû cîhanê bi heman rengî ye.
Rûdaw: Hûn wekî Fakulteya Zimanê Kurdî nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêşî aliyên pêwendîdar kirine?
Nûman Osman: Bê guman zimanê Kurdî ji bo me xeta sor e. Em wekî şirîkê vî welatî li gelek herêmên Sûriyeyê hewl didin bi aliyên pêwendîdar re xebatan bidomînin. Wekî Zanîngeha Rojavayê em li bajarên wekî Hema, Dera û Laziqiyeyê Navenda Zimanê Kurdî ava dikin.
Rûdaw: Navenda Zimanê Kurdî ji aliyê Zanîngeha Rojavayê ve tê avakirin?
Nûman Osman: Belê, em niha li ser dixebitin. Ev navendeke stratejîk e ji bo lêkolînên li ser zimanê Kurdî. Me ev navend li Zanîngeha Rojavayê ava kiriye û em hewl didin li hemû navçeyên Sûriyeyê belav bikin.
Rûdaw: Dest bi karê xwe kiriye?
Nûman Osman: Belê, me li Rojavayê Kurdistanê dest bi kar kiriye. Me komîteyên xwe ava kirine. Heta niha 7 komîte amade ne û her yek li ser karê xwe ye.
Zimanê xwendinê û materyal
Rûdaw: Paşeroja fakulteya we û bi giştî ya Zanîngeha Rojavayê dê çi bibe? Dê zanîngeh bimîne?
Nûman Osman: Belê, zanîngeha me sala 2016an hatiye avakirin. Li gorî pênaseya wê, zanîngeheke Kurdî ye lê carinan zimanê Erebî yan jî Îngilîzî wekî zimanên alîkar di zanîngehê de tên bikaranîn. Zimanê me yê zanîngehê Kurdî ye, beşên wê Kurdî ne. Em wekî zanîngeh vê yekê wekî xeteke sor dibînin û em ti carî dest ji zimanê xwe bernadin.
Rûdaw: Ziman û nasnameya we her du jî Kurdî ne?
Nûman Osman: Belê, zimanê me niha di Fakulteya Ziman û Wêjeyê de Kurdî ye. Di beşên Erebî û Îngilîzî de jî zimanê Kurdî heye.
Rûdaw: Mebesta min hemû Zanîngeha Rojavayê ye, ne tenê Fakulteya Ziman û Wêjeyê ye.
Nûman Osman: Belê, niha li piraniya fakulteyan zimanê Kurdî heye. Me wekî komxebat hinek xebat li zanîngehê kirine da ku materyalên wan fakulteyên ku bi Kurdî nînin jî werin wergerandin. Hinek astengî li pêşiya me çêbûn li ser têgehan. Em dixwazin têgehan ji zimanê Latînî wergerînin Kurdî. Gelek fakulteyên me ev 10 sal in li ser vê yekê dixebitin lê hinekî hêdî bi pêş dikevin.
Rûdaw: Ji koma hemû fakulteyan, niha materyalên çend fakulteyan bi temamî bi Kurdî ne?
Nûman Osman: Belê, li her fakulteyekê materyal hene. Dibe ku hinek semîner bi Îngilîzî yan Erebî werin nivîsandin lê koka wan Kurdî ye. Em dersên xwe bi Kurdî didin. Di îmtihanan de jî heke xwendekar bi Kurdî bixwîne, bersiva wî ya bi Kurdî tê qebûlkirin.
Naskirina bawernameyan
Rûdaw: Mamoste Nûman, êdî sala nû ya xwendinê dest pê dike. Piştî civînên bi Wezareta Xwendina Bilind re di sîstema Zanîngeha Rojavayê de ti guherîn çêbûne yan wekî xwe berdewam dike?
Nûman Osman: Bi rastî heta niha guftûgo bi Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê re hene. Di bernameya me de hinek naskirin hatine kirin lê hîn naskirina fermî ya Zanîngeha Rojavayê nehatiye kirin. Karê me berdewam e û em dê di demeke nêz de mufadelaya xwe derxin.
Rûdaw: Yanî naskirina hemû bawernameyan dest pê kiriye?
Nûman Osman: Belê, li gorî agahiyên me, li Parlamentoya Sûriyeyê behsa vê yekê hatiye kirin. Lê em wekî Zanîngeha Rojavayê karê xwe bi awayekî normal didomînin. Wekî min got em dê mufadelaya xwe amade bikin û wekî salên berê dest pê bikin.
Rûdaw: Min bihîstiye ku navê zanîngehê dê bibe "Zanîngeha Roj". Rast e?
Nûman Osman: Me jî bihîstiye. Em dê heta ji destê me were navê zanîngeha xwe biparêzin. Lê ya ji bo me girîng cewher e. Çi bibe "Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê" çi jî bibe "Zanîngeha Roj", her du jî "Rojavayê Kurdistanê" ne. Ev rastiyeke dîrokî û cografî ye, nav ti carî nayê guherandin. Lê em dê nekin wekî wan wextên ku Tirbespiyê kiribûn "Qehtaniyê" yan Dêrik kiribûn "Malikiyê".
Rûdaw: Mamoste Nûman, di dawiyê de, çend derçûyên fakulteya we hene? Heta niha çend bawername bi fermî ji fakulteya we hatine naskirin?
Nûman Osman: Belê, îsal dê derdora 100 derçûyên Fakulteya me ya Ziman û Wêjeyê hebin. Lê beriya niha derdora 250 kes ji fakulteyê derçûne.
Rûdaw: Yanî bi giştî 350 bawernameyên fakulteya we hene ku dê ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind ve werin naskirin?
Nûman Osman: Belê, rast e.


