Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Ebdulkerîm Omer di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de bipêşketinên dawî yên li ser pêvajoya tevlîkirina saziyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê eşkere kirin û ragihand ku ji bo bicihanîna peymanan li cem her du aliyan "îradeyeke cidî" heye.
Ebdulkerîm Omer ragihand, "Zêdetir hêzên leşkerî û asayîşê tevlî wezaretên parastin û karên navxwe yên Sûriyeyê hatin kirin."
Pêşniyara ji bo YPJyê
Ebdulkerîm Omer li ser Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) got ku ji ber ku di Artêşa Ereban a Sûriyeyê de jin nînin, hatiye pêşniyarkirin ku YPJ wek tîmeke taybet a dijeterorê bi ser Wezareta Karên Navxwe ve be û ew li benda bersiva dawî ya serokkomar in.
Mijara ziman û perwerdeyê
Yek ji xalên nakok, mijara ziman e. Rêveberiya Xweser daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî dike lê Şamê tenê du saet di hefteyê de pêşniyar kirine.
Niha pêşniyareke nû ji bo wergerandina mifredata niştimanî ya Sûriyeyê ya li zimanê Kurdî hatiye pêşkêşkirin.
Omer Ebdulkerîm ragihand ku li gel bidawîbûna pêvajoya tevlîkirina saziyan, dê betalkirina fermî ya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bê ragihandin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Ebdulkerîm Omer pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Ez dixwazim zanibim ev rewşa peyman an tevlîbûnê niha di çi astê de ye? Çi sazî û deste heta niha neçûne bin sîwana saziyên hikûmeta Sûriyeyê? Xalên nakok di navbera we de çi ne?
Ebdulkerîm Omer: Tu bi xêr hatî Solîn Xan. Bê guman xalên peymana 29ê Kanûna Paşîn berdewam dikin, yanî hinek ast hene ku niha me xebat li ser wan kiriye û em dixwazin bi pêş ve biçin. Saziyên Rêveberiya Xweser bi dehan in, da ku nebêjim bi sedan; temenê birêvebiriya me ji 10 salan zêdetir e. Hinek ji van saziyan zû tevlî dibin, hinekên din demê dixwazin. Hinek pirsgirêk jî hene ku niha diyalog li ser wan tê kirin û hîn biryar li ser wan nehatine dayîn lê gavên baş hatine avêtin. Yanî trên ketiye ser rêya xwe û îradeyeke cidî li cem me û hikûmeta Şamê jî heye ku em karibin vê peymanê pêk bînin.
Rûdaw: Ew desteyên ku heta niha tevlî nebûne kîjan in?
Ebdulkerîm Omer: Tiştek nîne ku em bêjin me dest pê nekiriye lê hinek ast hîn mane. Wekî mînak, hêzên me yên leşkerî û asayîş bi temamî çûn ser Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Navxwe. Tiştê ku maye tevlî bibe, yek ji wan Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ye. YPJ tekez dike ku bi ser Wezareta Parastinê ve be lê Wezareta Parastinê û hikûmeta Şamê dibêjin di Artêşa Ereban a Sûriyeyê de jin nînin. Lewma wek pêşniyareke nû ji aliyê YPJyê ve hatiye kirin ku em amade ne bi ser Wezareta Karên Navxwe ve bin lê wek tîmeke dijeterorê di nav wezaretê de. Ew jî niha li ser maseya serokkomar ye û em li benda bersiva wî ne.
Her wiha di warê perwerdeyê de gavên baş hatine avêtin, wekî diyarkirina birêvebirê Hisîçayê lê pirsgirêka xwendina Kurdî maye. Şamê pêşniyar kir ku hefteyê du saet xwendina Kurdî hebe lê em dixwazin perwerde bi Kurdî be. Me pêşniyar kiriye ku mifredata niştimanî wergerînin Kurdî. Saziyên din mîna Desteya Jinan û Karên Civakî tevlî wezaretên Şamê bûne. Her wiha cara yekem jineke Kurd wekî birêvebira herêma Qamişloyê hat diyarkirin.
Rûdaw: Dosyaya koçberan di çi astê de ye?
Ebdulkerîm Omer: Mijareke gelekî girîng e. 1000 malbatên Efrînî roja pêncşemê vegeriyan Efrînê. Dosyaya koçberên ji Serê Kaniyê, Girê Spî û Reqayê jî di rojevê de ye. Em dixwazin di Sûriyeyeke nû de ti kes koçber nemîne.
Rûdaw: Mijara parlamentoyê çima wiha çêbû? Çima nûnerên we tê de nînin?
Ebdulkerîm Omer: Em ji şêwazê hilbijartinên parlamentoyê bi temamî ne razî bûn. Nûnertiya rast a gel tê de nebû. Ji sedî 30ê nûneran ji aliyê serokkomar ve hatibûn diyarkirin. Hejmara Kurdan (10-12 kes) pir kêm e. Sûriye piştî 60 salên zilmê û 14 salên şer, êdî bi pergala navendî nayê birêvebirin. Divê pergaleke nenavendî û demokratîk hebe ku mafê hemû pêkhateyan tê de garantî be.
Rûdaw: Kengî dê fesixkirina Rêveberiya Xweser bê ragihandin?
Ebdulkerîm Omer: Rast e, dema pêvajoya tevlîbûnê bi dawî bû, bê guman dê nemana Rêveberiya Xweser û HSDyê bi fermî bê ragihandin. Lê divê beriya wê Pirsgirêka Kurdan bi awayekî siyasî û destûrî di Sûriyeyê de bê çareserkirin. Tenê bi tevlîbûna îdarî aramî çênabe.
Rûdaw: Rola yekrêziya Kurdan di van diyalogan de çi ye?
Ebdulkerîm Omer: Piştî konferansa 26ê Nîsanê komîteyek hat hilbijartin ji bo diyaloga bi Şamê re lê mixabin heta niha Şamê bersiva wan nedaye. Divê wekî Kurdên Rojavayê Kurdistanê em yekrêz bin da ku em karibin bi hev re Sûriyeyeke nû ava bikin.


.webp&w=3840&q=75)