Birêvebirê Giştî yê Şirketa Crescent Petroleumê û Birêvebirê Kargêriyê yê Şirketa Dana Gasê Mecîd Cefer diyar kir ku wan ji 2007an ve heta niha bi qasî 4 milyar dolaran veberhênan li Herêma Kurdistanê kiriye.
Cefer eşkere kir ku ew dê di qonaxa bê de 2 milyar dolarên din jî li qadên gazê ya Çemçemalê veberhênan bikin.
Berpirsê Dana Gasê bal kişand ser bandora aborî ya projeyên xwe û anî zimên ku wan li herêmê bi hezaran derfetên kar rexsandine. Li gorî zanyariyên ku Cefer dane, bi saya van projeyan heta niha 40 milyar dolar di xerckirina sotemeniyê de paşekewt hatiye kirin û bi qasî 250 milyar dolaran jî dahat ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê çêbûye.
Herêma Kurdistanê bi pêşketinên di sektroa enerjiyê de gihîştiye astekê ku êdî ne tenê pêwîstiyên xwe yên navxweyî dabîn dike. Mecîd Cefer destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê niha elektrîkê difiroşe beşên din ên Îraqê û dê di demeke nêzîk de gazê jî bifiroşe hikûmeta federal.
Tevî ku gelek caran êrişî qada Kor Morê hatin kirin jî, Dana Gasê berhemanîna xwe ranewestand û Herêma Kurdistanê bi cih nehişt.
Cefer li ser vê mijarê tekezî li ser hevahengiya ewlehiyê ya Hewlêr û Bexdayê kir û got, "Em dabînkirina pêwîstiya bingehîn a xelkê ji bo karebayê gelekî cidî dibînin."
Tora Medyayî ya Rûdawê li Washingtonê hevpeyvîneke taybet bi Birêvebirê Cîbicîkar ê Şirketa Crescent Petroleumê û Birêvebirê Kargeriyê yê Şirketa Dana Gasê Mecîd Cefer re kir.
Mecîd Cefer di vê hevpeyvîna berfireh de qala paşeroja enerjiya Kurdistanê, projeyên nû yên pîşesaziyê û rola hişê çêkirî ya di ewlehiya enerjiyê de dike.
Rûdaw: Mecîd Cefer, bi xêr hatî studyoya me ya Washingtonê.
Mecîd Cefer: Spas. Ez dilxweş im ku bi we re me. Destpêkê ez dixwazim ji bo koça dawî ya xemgîn a hevkarê we Helkewt (Ezîz) a li Bexdayê sersaxiyê bixwazim. Ez sersaxiyê ji we û hemû tîma Rûdawê re dixwazim û piştî wê jî, em dixwazin spasiya Rûdawê bikin ji bo rûmala wan a bêhempa ya li vir li Washingtonê ku em li seranserê cîhanê dişopînin û pirsên Herêma Kurdistanê û Îraqê di nava karnameyan de dihêle, heta di nav Koşka Spî de jî, maşelah ji we re be. Lewma, em gelekî spasiya we dikin.
Rûdaw: Gelekî spas. Em dê bi rûdanên van demên dawiyê yên herêmê dest pê bikin. Piştî têkçûna rewşa ewlehiyê di mehên Sibat û Adarê de, we di meha nîsanê de dest bi hilberîna xwe ya temam kir. Çi tedbîrîn diyarkirî hatin wergirtin ji bo parastina karmend, dezgeh û karên we?
Mecîd Cefer: Bê guman, ji bo hemû Rojhilata Navîn demeke tije alozî bû. Hemû welatên Rojhilata Navîn cara yekem di dîrokê de di vî şerî de beşdar bûn. Bi taybetî Îraq, ji hemû aliyan ve rûbirûyî êrişê bû, ji aliyê Amerîka, Îsraîl û mîlîsên ji Îranê ve. Me gav avêt. Me rojane çend caran rewş dişopand. Bê guman, dîroka me ya wê yekê hebû ku 11 caran êrişî me hatibû kirin, heta beriya şer jî.
Me gavên pêwîst avêtin di warê asta hilberînê û protokolan de li gel karmendan ji bo parastina wan. Bê guman, em spasiya wê hevahengî û piştgiriyê dikin ku hebû. Şirîkatiyeke demdirêj e, em niha di sala 19an a karkirina xwe de ne. Sala bê dê bibe sala 20an a karkirina me ya li Herêma Kurdistanê. Lewma, em spasiya serkirdayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên Silêmaniyê dikin, her wiha Hikûmeta Îraqê jî.
Rûdaw: Baş e, te qala Hikûmeta Îraqê kir, Bexdayê di van demên dawiyê de soza piştgiriyeke zêdetir ji bo parastina jêrxana enerjiyê ya li Herêma Kurdistanê daye. Hûn asta niha ya hevahengiya ewlehiyê ya di navbera Hewlêr, Bexda û şirketên sektora pîşesaziyê de çawa dinirxînin?
Mecîd Cefer: Di rewşa me de, şikir ji Xwedê re, hevahengiyeke gelekî baş hebûye, bi rastî hewldaneke hevbeş hebûye. Em spasiya Pêşmerge û Hêzên Asayîşa Navxweyî dikin, em spasiya Hikûmeta Federal a Îraqê dikin ku ji serdema hikûmeta pêş ve bi parastina asmanî parastina Kor Morê dike û niha jî di vê hikûmetê de berdewam e, vê yekê jî wiha kiriye ku em di hilberînê de berdewam bin.
Ez bawer dikim ji aliyê hemûyan ve hatiye qebûlkirin ku ev jêrxaneke girîng e ku elektrîka erzan ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, belkî ji bo beşên din ên Îraqê jî dabîn dike. Ji ber vê dema ku di dema borî de êrişî me hatibû kirin, ji aliyê hemû aliyên Îraqê û her wiha di asta navneteweyî de jî hat şermezarkirin û hat qebûlkirin ku ev dezgeheke girîng e û xizmetguzarî û pêwîstiyeke bingehîn di nav welêt de dabîn dike.
Rûdaw: Em dizanin bandoreke neyînî ya van êrişan li ser temamiya wan karan heye ku hûn li wir dikin, lewma qutbûnên destpêka îsal bûn sedema kêmûneke zêde ya elektrîkê. Wekî dabînkerê sotemeniyê ji bo nêzîkî ji sedî 80yê hilberîna elektrîka Herêma Kurdistanê, hûn çawa hevsengiya di navbera aloziyên ewlehiyê û berpirsyariya pêbaweriya dabanîkirina enerjiyê ji bo xelkê diparêzin?
Mecîd Cefer: Em vê berpirsyariyê gelekî cidî dibînin. Bê guman, baldariya me ya yekem li ser vê yekê ye. Dema ku em hilberînê radigirin yan jî kêm dikin, em zerermend in. Ev ne di berjewendiya me de ye, lê ya rast, em dabînkirina pêwîstiya bingehîn a xelkê ji bo elektrîkê gelekî cidî dibînin. Di dema borî de, heta dema ku pirsgirêka me li gel hikûmetê li ser nedayîna pereyan hebû jî, em di hilberînê de pêbend û berdewam bûn, ji ber ku em wê berpirsyariyê gelekî cidî dibînin.
Lewma ew gavên ku me di dema vî şerî de ji bo kêmkirin yan jî carinan ji bo rawestandina hilberînê avêtin, ji bo parastina dezgehan û bê guman wan kesan hatin girtin ku li wir û li derdorê dixebitin, lewma spas ji Xwedê re di tevahiya dema şer de me hilberîna xwe di astekê de hişt, heta wê dema ku şirketên din jî Herêma Kurdistanê bi cih hiştibûn.
Mixabin, di vî şerî de li seranserê Rojhilata Navîn êrişî jêrxana enerjiyê hat kirin, heta li Îmaratê jî bi awayekî ku berê qet çênebûbû. Yek ji wan benderên ku em li Îmaratê tê de dixebitin, ji bo şirketek ji şirketên me yên komê, rastî êrişê hat. Lewma, demeke bêhempa û tije alozî bû ji bo hemû herêmê, lê spas ji Xwedê re, bi hev re û bi hevkariya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqê, me karîbû em vê qonaxa zehmet derbas bikin û em hêvîdar in rojên baştir bên.
Rûdaw: Li gel wan hemû aloziyan, we hinek bipêşketin li Herêma Kurdistanê bi dest xistine. Ez dê pirsekê li ser berfirehkirina KM250yê bikim, berfirehkirina KM250yê şiyana hilberîna Kor Morê ji bo 750 milyon metre sêca gaz di rojekê de zêde kiriye. Ev qebareya zêde çawa dixin nava tora elektrîka Herêma Kurdistanê û heta niha çi bandora xwe hebûye?
Mecîd Cefer: Em gelekî dilxweş in û şanaziyê dikin bi vê hevkariyê û bi zêdekirina berhema gazê û destpêşxeriya projeya Rûnakiyê ku destpêşxeriyeke bêkêmasî ye ji bo gihîştina bi elektrîka 24 demjimêrî ji bo Herêma Kurdistanê di vê sala 2026an de, ku bi rêya çaksaziya di bihayê elektrîkê û kêmkirina pûçbûn û pîvera zîrek de bi dest tê.
Ev ew tişt in ku çend salek beriya niha li Îmaratê hatin kirin û dabînkirina elektrîkê kirin destpêşxeriyeke serkeftî. Heta li Dubaiyê, desthilata kareba û avê heye ku bûye şirketek tomarkirî di bazara borsayê de. Lewma ew hevkarî gelekî girîng e ji bo bidestanîna wê armanca hevbeş.
Rûdaw: Ji xeynî wê, Pearl Petroleumê bi qasî 160 milyon dolaran ji bo bipêşxistina qada Çemçemalê terxan kiriye. Hûn şiyana hilberîna demdirêj a wê qadê li gorî Kor Morê çawa dibînin?
Mecîd Cefer: Çemçemal, wekî ku te amaje pê da, ev projeya destpêkê bi qasî 160 milyon dolarî bû, projeya Kor Mor 250yê, di dawiyê de projeyeke bi bihayê 1,2 milyar dolarî bû, ji ber ku ji ber Covîd û êrişan demeke zêdetir stand. Têçû zêdetir bû û fînansekirina me jî heye. Niha ev projeya nû ji kolandina sê bîran û rûpîvankirin û nirxandinê pêk tê da ku were zanîn çi di qadê de heye û çawa bi baştirîn şêwe bi pêş bikeve.
Lê her wiha dê qebareyek berhema destpêkê jî hebe ku rojane 80 ta 100 milyon metre sêca ye, piştre qonax bi qonax em dê hilberînê zêdetir bikin. Niha em nikarin bibêjin dê şiyana hilberîna dawî ya qadê çi qas be, ji ber ku pêwîst e em bîran bikolin û nirxandinê ji bo rûpîvana erdê bikin, lê em geşbîn in ku dikare bibe qadeke din a mezin a hilberînê ji bo Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê.
Rûdaw: Li gel wê veberhênanê, we di van demên dawiyê de girêbesta 10 salî ji bo dabînkirina gaza Çemçemalê ji bo kargehên çîmento û hesinî îmze kir. Ev gava girîng tê çi wateyê ji bo bipêşketina pîşesaziya Kurdistanê û hewldanên wê yên ji bo gihîştina bi xwebijêviya aborî ya zêdetir?
Mecîd Cefer: Pirseke gelekî baş e. Em gelekî dilxweş in bi vê qonaxa nû. Heta heger em vegerin paş, hûn dizanin ku em ji sala 2007an ve ji wê dema ku me dest pê kiriye heta niha bi qasî 4 milyar dolarî veberhênan kiriye. Wekî ku min amaje pê da sala bê em dê yada 20 saliya xwe bikin.
Beriya her tiştî karê me yê herî pêşîn her tim dabînkirina pêwîstiyên elektrîka Herêma Kurdistanê bi xwe bûye, paşê dîtina bazarên din. Bê guman pîşesazî gelekî girîng e, ji ber ku derfetên kar ên zêdetir û veberhênana zêdetir çêdike û, her wiha bazarên din vedike, wekî hikûmeta federal.
Niha di pîşesaziyê de, du beşên te hene. Pîşesaziya te ya niha heye, ew jî ew kargeh in ku berê hebûn, kargeha çîmento û hesin û yên din ku dibe ku wan petrola reş bi kar anîbe, ku qirêjker e û li Îraqê nirxê wê bihatir dibe, ji ber ku palpiştiya darayî li ser tê rakirin.
Lewma cihgirtina wê bi gazê dikare sûdeke aborî û jîngehî hebe. Ew jî bingeha van girêbestên yekemîn e û em çaverê dikin di demeke nêzîk de em girêbestên zêdetir îmze bikin, ku hinek ji van bikiran dixwazin zêdetir bikirin, yan em çaverêya hinek bikirên nû dikin.
Paşê gava bê ew e ka projeyên pîşesaziyê yên nû çi ne. Kiriyarên nû ku hîn kargeh li Herêma Kurdistanê çênekirine, ku dikarin bên û bi saya dabînkirina gazê girêbestê îmze bikin û veberhênanên nû bikin û berhemeke aborî ya nû dirust bikin.
Lewma bi rastî, me hîn ranegihandiye. Lewma ez li gel we, li vir li Rûdawê radigihînim. Me lêkolînek bi rêya PwCve kir. Ku şirketeke navneteweyî ye, daku em li wê 4 milyar dolarî binêrin ku me veberhênan pê kiriye, da ku em bizanin bandora wê ya li ser aliyê aborî û civakî çi ye. Encamgiriya wan ew e ku derfetên kar ên zêde hatine afirandin û dabînkirin.
Paşê ji ber ku gaz pereyan ji bo hikûmetê vedigerîne, wî 4 milyar dolarî nêzîkî 40 milyar dolaran di xerckirina sotemeniyê de paşekeft bi dest xistiye û bi qasî 250 milyar dolaran dahata navxweyî ya giştî ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê rexsandiye.
Lewma ev tiştek e ku em gelekî şanaziyê pê dikin. Niha ew dem e ku em sûdên veberhênanê dibînin. Min li ser asta navxweyî dîtiye dema ku min serdan kiriye. Ez guhdarî çîrokan bûme bê ka çawa ew kesên ku wekî karker li qad û karên me de dest pê kirine, bûne xwedîkar û 50 kes, 100 kes damezrandine û dixebitin. Naxwe me cara yekem kareba gihand herêmê.
Em pêbawer bûn ku gundên derdora cihê karkirina me 24 demjimêran elektrîka wan heye. Piştre me derfetên kar afirandin û me veberhênan kir. Lewma niha pîşesazî xaleke girîng a karkirina me ye û piştevaniyeke me ya baş ji hikûmetê û ji rayedarên Silêmaniyê heye ji bo bidestanîna vê yekê.
Rûdaw: Li gorî têgihiştina min, ew girêbest girêdayî xeta boriyeke nû ya 40 kîlometreyî ne ku Çemçemalê bi rêya pîşesaziya Bazyanê ve girê didin. Gelo ji bo gihîştina bi armanca xwe ya sala 2027an proje li ser rêya xwe ye?
Mecîd Cefer: Em vê projeyê bi cih nayînin. Ev proje ji aliyê şirketên navxweyî ve di bin çavdêriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê bicihanîn, lê em dizanin ku proje bi başî bi rê ve diçe û em pêbawer in ku dê were çêkirin.
Rûdaw: Dê di dema xwe de bigihîje armancên xwe?
Mecîd Cefer: Em hêvîdar in. Belê.
Rûdaw: Werin em qala paşeroja enerjiya Îraqê bikin. Hewlêr û Bexda di van demên dawiyê de gihiştin peymanekê ku armanca wê destpêkirina ducare ya hinartina petrola bakur e bi rêya xeta boriya Ceyhanê. Hûn vê yekê wekî bipêşketineke berdewam dibînin yan tenê rêkxistineke demkî ye?
Mecîd Cefer: Em rasterast di vê mijarê de beşdar nînin, ji ber ku em niha hilberîna petrola xav nakin, em gaz û LPG û tîrkirî berhem tînin, lê em hêvîdar in ku hevkariyeke baştir hebe. Hinek peymanên siyasî ji bo hikûmeta pêşî hebûn.
Mixabin, hemû wekî ku her du aliyan dixwest nehatin bicihanîn. Em hêvîdar in li gel vê hikûmeta nû rêyeke hêsantir a ber bi pêş ve hebe, û hinek valahî hene ku wekî mînak heta piştî 23 salan ji rûxandina rejîma pêşî jî, hîn jî yasaya petrol û gazê li Îraqê nîne.
Rûdaw: Ma gelo wê yekê pirsgirêk ji we re derxistiye?
Mecîd Cefer: Rasterast na, lê hûn dizanin em wisa difikirin ku ev yek nezelaliya di navbera her du hikûmetan de li ser tiştên wekî budceyê zêde dike. Nabe dan û standin û nîqaşeke ew qasî mezin hebe û her carê ku budceyek hebe. Heger yasayeke dabeşkirina dahatê hebûya ku eşkere bikiraya bê çawa dahat li gorî rûniştvanan wekî ku di destûrê de hatiye dabeşkirin werin dabeşkirin, wê demê dê hemûyan bixwesta dahatan zêde bikin.
Ji ber ku heger tu bizanibî para te ji kekê çi qas e, tu dê bixwazî kekê mezintir bikî. Heger tu nizanibî para te çi qas e, ev dê bibe sedema nakokî û nîqaşan. Em hêvîdar in li gel hikûmeta nû ya niha ku li Bexdayê heye û înşelah hikûmeteke nû jî li Herêma Kurdistanê were pêkanîn, karibin bi hev re bixebitin da ku karkirina li ser hemû van qadên sereke hêsantir be, çimkî ji bo veberhêneran jî girîng e.
Rûdaw: Li gel vê yekê, berpirsên Îraqê qala zêdekirina hinartina bi rêya xeta boriya Kurdistan-Tirkiyeyê kiriye ji bo kêmkirina girêdayîbûna bi wan rêyên ku li hemberî alozîyên Tengava Hurmizê lawaz in. Jêrxana enerjiya Kurdistanê çi qasî girîng bûye ji bo stratejiya giştî ya asayîşa enerjiya Îraqê?
Mecîd Cefer: Ez wisa difikirim heger em gavekê bi paş de biçin û li vê krîzê binêrin, ev a Tengava Hurmizê ji vî şerî ve, ku min doh jî got û me ji Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê û Wezîrê Petrolê yê Siûdiyê bihîstiye, ev krîza herî mezin a enerjiyê ye ku cîhanê bi xwe ve dîtiye. Bandora wê hebûye li ser kêmiya ji sedî 20ê berhema petrol û gazê, gubre, helyum û gelek tiştên din û, cîhan niha li pey rêyên alternatîv digere ku girêdayî Tengava Hurmizê nebe.
Îraq bi awayekî sereke girêdayî hinartina ji Besrayê ye bi rêya Tengava Hurmizê ve, lê erdnîgariya Îraqê li bakur heye û xeteboriya wê ya hinartinê heye; du xeteborî. Ew li gorî şiyana xwe hinartinê nakin. Beşeke wê jî ew e ku hilberîn li Herêma Kurdistanê ne li gorî şiyanê ye, ji ber ku gelek ji şirketan di dema şer de ji hilberînê rawestiyan.
Lewma, di van demên dawiyê de civînek bi serokatiya serokwezîrê nû yê Îraqê li Bexdayê hat kirin li gel şirketên petrol û gazê yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin. Ew jî ji bo dayîna dilxweşbûnê ji wan re bû derbarê ewlehiyê de û hewldana ji bo handana wan a ji bo destpêkirina dîsa ya hilberîna petrolê.
Lê Hikûmeta Îraqê jî ragihandiye ku pêwîstiya wan bi jêrxaneke zêdetir ji başûr ber bi bakur ve heye. Planeke demdirêj heye ji bo xeteboriya ji başûr ve ber bi bakur, ku hîn kar li ser nehatiye kirin. Ez pêşbînî dikim, wekî ku em dibînin, ne tenê li navçeya Kendavê, Îmaratê pêştir ragihandiye ku dê xetên boriyan zêdetir çêbike, belkî li Îraqê jî divê lezkirinek di jêrxaneke nû de hebe ji bo dabînkirina hinartinê, çimkî ji bo Îraqê ku piştî Siûdiyê duyemîn mezintirîn berhemhênerê petrolê ye li herêmê, divê wisa be.
Çavkaniya wê ya veşartî heye, ku dikare bi awayekî berbiçav bibe sedema zêdebûneke zêdetir û, li gel wê jî herî kêm paşekewta wê heye û, vê hefteyê me ji Birêz Fuad Huseyîn bihîst ku eger vê mehê Tengava Hurmizê venebe, Îraq dê di nava mehekê de ji bo dayîna meaşan tûşî pirsgirêkê bibe. Lewma bi rastî krîzek e ji bo Îraqê û, dema wê ye niha veberhênan bê kirin da ku bijardeyên zêdetir hebin û, bi wê erdnîgariya ku Îraqê heye, ew tiştek e ku dikare pêk bê.
Rûdaw: Em li wan bijardeyan dinêrin...
Mecîd Cefer: Bibore, bê guman Herêma Kurdistanê kilîla vê yekê ye, bi liberçavgirtina erdnîgariya wê.
Rûdaw: Nexwe, eger em qala waneyên Herêma Kurdistanê û rola wan di vê qadê de bikin, dema ku Herêma Kurdistanê bipêşketineke berbiçav di bikaranîna gaza xwezayî de li navxweyê bi dest xistiye, Îraq di rûbirûbûna aloziya mezin a li gel şewitandina gaza karbonmonoksîdê de berdewam e. Di asta niştimanî de çi wane dikare ji ezmûna Kurdistanê were wergirtin?
Mecîd Cefer: Ez wisa difikirim ku waneyeke girîng ew e ku sektora taybet bê bihêzkirin û hewl neyê dayîn ku her tişt ji aliyê hikûmetê ve bê birêvebirin. Me ev yek bi dest xistiye. Me pêwîstiyên gazê yên Herêma Kurdistanê bi veberhênana taybet tijî kirine. Me bi 4 milyar dolarî veberhênana xwe kiriye. Yek sent veberhênan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nebûye. Veberhênana sektora taybet e.
Pêwîstiyên Herêma Kurdistanê ji bo elektrîka navxweyî 350 ta 400 milyon metre sêca ye. Niha di havînê de dibe ku bigihîje nêzîkî 500î, lê ji wê zêdetir na. Me şiyaneke zêdetir dirust kiriye, lewma em dikarin 750 ta 800î berhem bînin dema ku xeta boriyê temam dibe. Lewma em dikarin pêwîstiyên Herêma Kurdistanê dabîn bikin.
Li gel wê yekê, em dikarin sotemeniyê ji bo pîşesaziyê dabîn bikin. Hikûmeta federal bi xwe elektrîkê ji berhemhênerên taybet ên elektrîkê li Herêma Kurdistanê dikire, ew jî bi piştrastbûna bi wê gaza ku em dabîn dikin. Lewma kareba her diçe, înşelah dê gaz ji bo hikûmeta federal jî biçe.
Rûdaw: Naxwe, em qala wan veberhênanên taybet bikin, veberhênerên enerjiyê bi berdewamî balê dikişînin ser pêwîstiya dilniyabûna yasayî û rêkareke pêşbînîkirî ya dayîna pereyan. Ma gelo hûn di çarçoveya niha ya hikumdariya dayîna pereyan û diyarkirina darayî de ji bo gihandina gazê razî ne?
Mecîd Cefer: Alozî li pêşiya me bûn. Ev babeteke zanyariya giştî ye.
Rûdaw: Hîn jî bi we re hene?
Mecîd Cefer: Hîn jî heye. Dana Gas, wekî şirketeke tomarkirî ya giştî, divê van zanyariyan bike giştî. Mixabin, ev ji sê salan zêdetir e dayîna pereyên me dereng dikeve. Ew jî derengketineke berbiçav e ku wisa dike dabînkirina pereyan zehmet be ji bo her berfirehkirineke din a hilberîna gazê, heger Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî bikir be.
Lê em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dixebitin da ku em hewl bidin van çareser bikin. Ew jî bi alîkariya şirketên elektrîkê yên li Herêma Kurdistanê. Ev jî yek ji wan sedeman e ku nîşan dide çima hilberîn girîng e. Niha şiyaneke berbiçav a gazê heye ku me pêwîstiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo elektrîkê di nava Herêma Kurdistanê de tije kirine.
Ji bo dîtina kiriyarên din jî girîng e, wekî pîşesaziyê ku me qalê kir, çimkî ev derfetên kar û nirxê aborî ji bo Herêma Kurdistanê zêde dike. Paşê ev bi vîna serkirdayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re yek digire û, ev bi wê yekê re yek digire ku tu li Îmarat û welatên din ên Kendavê dibînî. Ne tenê ji bo hilberîna petrol û gazê, belkî ji bo ku tu bizanibî ka ew çawa dikare alîkariya te bike ku tu aboriya xwe baştir bikî.
Rûdaw: Naxwe, werin em qala trendên cîhanî yên enerjiyê bikin. Heger ez rast bibîr bînim, li Washingtonê, we qutbûnên rêyên keştiyan yên Kendavê wekî "şokeke temam a aborî" bi nav kir. Bi liberçavgirtina ku berhema gaza we li navxweyê tê bikaranîn, karên we çi qasî rûbirûyî nearamiya jeopolîtîk a herêmê ne?
Mecîd Cefer: Ji bo ku ez ji asteke bilind ve wergirim, min doh jî got û ez bawer im bi wê yekê ku niha em gihîştine demekê ku hatiye qebûlkirin ku asayîşa enerjiyê asayîş e û ew jî ji ber wê ye ku enerjî xwîna jiyana aboriyê ye di hemû sektoran de. Baldariya xelkê li ser hişê çêkirî bû. Kes nedizanî ku helyuma ji bo nîv-gihîneran ku ji bo şoreşa dîjîtalî pêwîst in, ji Qeterê tê.
Lewma kes nedizanî ku cotkarên îro, li vir li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li rojavayê navîn, herêmên mezin ên çandiniyê, neçar in wan berhemên ku diçînin biguherînin çimkî nikarin wê gubreya nîtrojenê bi dest bixin ku li Kendavê, li Rojhilata Navîn, pişta xwe pê girê dida. Lewma bandora cîhanî heye û mebesta min ji wê daxuyaniyê ew bû.
Bê guman berhem û yedekên me yên li Herêma Kurdistanê rasterast girêdayî Tengava Hurmizê nabin, çimkî em wê difiroşin stasyonên elektrîka navxweyî û kiriyarên navxweyî. Lê bandorek li ser Îraqê bi giştî heye. Ew jî ji ber hebûna aloziya darayî ya hikûmetê. Ev ji bo Hikûmeta Îraqê, paşê bandora wê li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî heye di meaş û tiştên din de. Lewma, em hêvîdar in ev demkî be û em karibin di demeke nêzîk de bi awayekî erênî piştî vê bûyerê gav biavêjin.
Rûdaw: Naxwe, werin em qala hişê çêkirî bikin. Hûn dibêjin ku divê şirketên enerjiyê mil bi milî karîgeriyê, xweguncandinê bikin karê xwe yê li pêş. Ev felsefe çawa plana veberhênan û berfirehkirina paşerojê ya Pearl Petroleumê dadirêje?
Mecîd Cefer: Mebesta me ji xweguncandinê çêkirina jêrxanekê ye ji bo demên zehmet ku dibe ku tu pêwîstiya te pê nebe. Lewma ew tê wateya curecurkirina bikirên te, curecurkirina dezgehên hilberîna te, heta di nava heman qadê de jî. Ew parastina ku bi me re heye, em neçar bûn em bi sedan milyon dolaran di pergala parastina elektronî de veberhênan bikin ku berê qet bi xeyalê me de nedihat.
Ev niha tiştek e ku divê hemû herêm bike: hebûna tîma parastina saman û veberhênan ji bo parastina jêrxana enerjiyê. Doh li vir min got û ez bawer im û em dibînin jî, ku êrişkirina li ser jêrxana enerjiyê li gorî yasaya navneteweyî wekî tawana şer tê dîtin û sedema wê jî ew e ku tu zirarê digihînî xelkê, ji ber ku enerjî pêwîstiyeke gelekî bingehîn e ji bo jiyan û debara jiyanê.
Niha em dibînin aborî li Hindistan û Vîetnam û başûrrojhilatê Asyayê ji ber şerê herêma me tûşî krîza aborî bûne. Lewma em wisa difikirin ku divê dezgehên enerjiyê werin parastin û di dema şer de êrişî wan neyê kirin. Bi taybetî baldariya me li ser pêwîstiyên navxweyî ye.
Têkiliya xweguncandinê bi jêrxana welêt û veberhênana demdirêj re heye. Her wiha têkiliya xwe bi xelkê re jî heye ku xwe li gel şokan biguncînin ku dizanin çawa miameleyê bi rewşên zehmet re bikin. Her wiha têkiliya xwe bi şirîkatiyan re heye ku bi ya min beşeke gelekî girîng e.
Şirîkatiya me li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gel rayedarên Silêmaniyê, li gel dabînkerên me, li gel karmendên me, li gel bikirên me. Niha te qalê bikirên pîşesazî kir. Hebûna şirîkatiyeke qayîm û demdirêj beşeke girîng a xweguncandinê ye, ne tenê ew xeteborî û stasyonên madî yên ku tu wan çêdikî.
Rûdaw: Li Davosê, we amaje bi xwestekên her diçe zêde dibin ên enerjiya hişê çêkirî û navendên datayan kir. Gelo Îraq û Herêma Kurdistanê dikarin ji bo kişandina jêrxana dîjîtal û veberhênana teknolojiyê sûdê ji çavkaniyên xwe yên gaza xwezayî wergirin?
Mecîd Cefer: Belê, ez wisa difikirim. Mebesta min ew e ku welat di warê çavkaniya enerjiyê de dewlemend e lê hîn jî alozî hene li pêşiya wan karên me yên ku karên pêşîn ên lezgîn in wekî dabînkirina pêwîstiyên elektrîkê di pîşesaziya navxweyî de. Dema ku tê ser navendên datayan, heta navendên datayan li Îmaratê jî di dema vî şerî de zirar dîtin.
Lewma bê guman divê em aştiyê ji bo herêmê bi dest bixin beriya ku em karibin hizira xwe li veberhênana nû ji bo wê yekê bikin. Lê bi giştî ez dê bibêjim bi liberçavgirtina wê rastiya ku ev çavkaniya gazê heye, ev dikare veberhênana pîşesaziya zêdetir bîne ji bo dirustkirina daxwazê li ser wê gazê ku dibe ku rojekê navendên datayan bin, lê yekser em her niha di gel hesin û çîmento û veberhênanên pîşesazî yên din de dibînin.
Rûdaw: Naxwe, du pirsên min ên dawî mane. Bi veberhênana zêdetirî 3,5 milyar dolaran di projeya gaza Kurdistanê de heta niha...
Mecîd Cefer: Bi rastî, niha nêzîkî 4 milyaran e. Nêzîkî 4 milyar dolaran e, piçekî di bin 4 milyar dolaran de ye.
Rûdaw: Naxwe, li gel wê yekê, dîtina demdirêj a we ji bo dehsaliyên paşerojê yên bipêşketinê çi ye?
Mecîd Cefer: Bê guman, girêbestên me heta sala 2049an berdewam in û pabendbûneke me ya demdirêj heye. Ev nêzîkî 20 salan e ku em li Herêma Kurdistanê ne, lê bi awayekî ji awayan me nû dest pê kiriye. Hinek derengketinên me hebûn ji ber nakokî û navbeynkariyê. Paşê aloziya me li Îraqê hebû, derketina DAIŞê û Covîda me hebû û, bûyera me ya ewlehiyê li qadê hebû ku we rapor li ser kiribû.
Lewma bê guman karê yekem tijekirina daxwaza navxweyî ya elektrîkê ji bo gazê li Herêma Kurdistanê ye ku îsal me karîbû em bi cih bînin. Lewma niha bi rastî em dikarin di dabînkirina elektrîkê ya ji Çemçemalê de, di pîşesaziyê de û di bazarên din ên dabînkirinê yên di hikûmeta federal û tiştên din de jî mezin bibin.
Em li Çemçemalê veberhênaneke gelekî zêdetir dikin. Di qonaxa yekem a mezin de em dikarin hizir li veberhênana bi 2 milyar dolarî bikin, ne ew projeya biçûk a ku me qala wê kir ku nirxandin û berhema destpêkê ye, belkî qonaxa yekem a mezin ji bo zêdekirina berhema nû ya berbiçav, rojane 400 milyon metre sêca. Ev çendîn milyar dolarên din jê re pêwîst in ji bo veberhênanê.
Lewma em gelekî pêbend in bi berdewambûna di veberhênanê de. Tiştê herî girîng ji bo veberhênanê jixwebawerbûn e; bê guman dayîna pereyan girîng e û rêzgirtina li girêbestê û rêzgirtina li mafên nav girêbestan tiştekî bingehîn e ji bo her veberhênerkî di projeyên demdirêj de, bi taybetî di rewşên zehmet de.
Rûdaw: Naxwe, pirsa min a dawî dê ji bo min bibe pirsa herî girîng. We di van demên dawiyê de Navenda Ziya Cefer damezirand. Çi bû îlhambexşê çêkirina wê û hûn hêvîdar in di dariştina lêkolîna enerjiyê, siyaseta giştî û serkirdayetiya paşerojê de li Herêma Kurdistanê û Îraqê de çi rol bibîne?
Mecîd Cefer: Divê ez bibêjim ev bexşîn, ev piştgirî, bexşîneke taybet a malbatî ye, ne bexşîna şirketê, em wekî malbatekê gelekî serwext in bi wan zanîngehên mezin ên ku li Herêma Kurdistanê tên çêkirin, wekî Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê ya li Dihokê. Ez dilxweş bûm ku min serdana wê kir û ez beşdarî çalakiyên wê bûm.
Her wiha Zanîngeha Amerîkayîî ya Îraqê ya li Silêmaniyê. Lewma wekî malbatekê û her wiha li ser navê bapîrê min jî, Dr. Ziya Cefer ê ku Wezîrê Avadankirina Îraqê bû, ku li gel Şah Feyselê Duyem ê koçkirî gelek projeyên jêrxanê yên girîng li Îraqê bi cih anîn, di nav wan de Bendavên Dûkan û Derbendîxanê li Herêma Kurdistanê. Ku hîn jî heta roja îro enerjiya avê berhem tînin.
Ev di salên 1956 û 1958an de dest pê kir, beriya darbe û rûxandina pergala kralyetê. Ji sala 1958an heta wê dema ku me di sala 2008an de dest bi hilberîna gazê ya ji bo elektrîkê kir, ji bo maweyê 50 salan ti hilberîna nû ya elektrîkê li Herêma Kurdistanê nebû û hikûmetên li pey hev ên Îraqê Herêma Kurdistanê ji bo elektrîkê girêdayî hikûmeta federal hiştin.
Spas ji bo siyasetên zîrek ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şirîkatiya me, ev yek niha guheriye û li şûna ku girêdayî beşên din ên Îraqê be, niha Îraq elektrîkê û dê di demeke nêzîk de gazê jî ji Herêma Kurdistanê bikire. Lewma em gelekî şanaziyê bi wê yekê dikin. Ez vedigerim ser piştgiriyê, lewma em bi bexşîna yeksan li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê...
Rûdaw: Li Silêmaniyê?
Mecîd Cefer: Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê ya li Dihokê bi hevrêtiya Ziya Cefer û ev bûrsên xwendinê ne ji bo xwendekaran, gelek xwendekar di warên wekî endazyariya petrolê, aborî, bazirganiyê de, ku dikarin ne tenê sektora me belkî aboriyê jî bihêz bikin û, paşê li Zanîngeha Amerîkî ya Îraqê bi navê Navenda Ziya Cefer a ji bo Siyaseta Enerjiyê, ku ji bo lêkolînê ye di siyasetên taybet ên enerjiyê de ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo hemû Îraqê. Lewma em gelekî şanaziyê bi van her du şirîkatiyan dikin û bi bipêşketina wan a di paşerojê de.
Rûdaw: Gelekî spas ji bo amadebûna te ya li vir li studyoya me ya Washington DCyê, Mecîd Cefer.
Mecîd Cefer: Spas. Ez dilxweş im ku li vir im.



