Fermandarê Tevgera "Mêrên Rûmetê" (Rîcal El Keraame) yê Siwêdayê Leys Belûs ragihand ku paşeroja parêzgeha Siwêdayê ne veqetîna ji Sûriyeyê ye û got:
"Divê Siwêda bibe hevparekî bi hêz û bibandor di avakirina dewletê de.
Em her rêyeke ku bibe sedema parçebûna Sûriyeyê yan ferzkirina rastiyeke siyasî li derveyî çarçoveya peymana niştimanî red dikin."
Fermandarê Tevgera Mêrên Rûmetê Leys Belûs ji Rûdawê re axivî.
Wî li ser sîstema Sûriyeyê ya paşerojê got:
"Em di wê baweriyê de ne ku divê paşeroja Sûriyeyê li ser yekparçeyiyê be.
Nenavendiya îdarî ya berfireh dibe ku baş be lê her projeyeke ku me ber bi dabeşbûnê ve bibe, dê tenê krîzan kûrtir bike."
Tevgera Mêrên Rûmetê koma çekdar a herî mezin a parêzgeha Siwêdayê ye.
Ev tevger sala 2012an ji aliyê Şêx Wehîd Belûs ve hat damezirandin.
Armanca damezirandinê ew bû ku ciwanên Durzî ji leşkeriya mecbûrî ya di artêşa berê ya Sûriyeyê de biparêze û rê li ber beşdarbûna wan di şeran de bigire.
Belûs derbarê daxwaza Rêberê Ruhanî yê Durziyan Hikmet Hecerî ya ji bo peyrewkirina sîstema federalî û xwerêveberiyê li Siwêdayê, cûdahî xist navbera her du têgehan û got:
"Nenavendiya îdarî ya berfireh dibe ku amûrek be ji bo baştirkirina rêveberî û xizmetguzariyan li hemû parêzgehên Sûriyeyê.
Lê ew projeyên ku dibin sedema dabeşbûnê an dirustkirina qewareyên cuda, ne çareserî ne û tenê dibin sedema qeyranên zêdetir."
Leys Belûs li ser pêwendiya Durziyan bi Îsraîlê re, Tel Evîv tohmetbar kir ku "Berdewam hewl dide sûdê ji rewş û qeyranan wergire û xwe wekî parêzvanê kêmîneyan nîşan bide."
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Leys Belûs re wiha ye:
Rûdaw: Gelo berdana kesên desteserkirî di çend rojên borî de, destpêka guhertinê ye li Siwêdayê?
Leys Belûs: Belê, gaveke girîng e ber bi arasteyeke rast. Girtina vê dosyeya mirovî ya biêş, wê peyamê digihîne ku diyalog û hevahengî dikare wan tiştan bi cih bîne ku zimanê girjiyê nikarîbû bike. Ew tiştê ku em dixwazin, derbasbûna ji qonaxa birêvebirina qeyranê ye ber bi qonaxa binyadnan û aramiya bajêr e. Çimkî xelkê Siwêdayê ji alozî û dabeşbûnê westiyaye.
Rûdaw: Piştî bûyerên meha tîrmehê ya borî, hejmara kesên desteserkirî yên navbera her du aliyan çend e?
Leys Belûs: Hejmarên hûrgilî li cem aliyên peywendîdar in lê ya ku ji bo me girîng e, bidawîanîna vê dosyeyê ye bi temamî û eşkerekirina çarenivîsa windabûyan e, ne bazirganiya siyasî bi êşa xelkê.
Rûdaw: Plana we ji bo bidestxistina aramiyê li Siwêdayê çi ye?
Leys Belûs: Dîtina me li ser çend mijare e wekî bihêzkirina ewlehiyê, vekirina rêyan, vegerandina saziyên dewletê, parastina aştiya civakî û rûbirûbûna çekên bêserûber û bandên dijyasayî. Siwêda pêwîstî bi cudabûnê nîne, pêwîstiya wê bi geşepêdan û hevpariya rasteqîn heye di nav Sûriyeyê de.
Rûdaw: Şêx Hecerî daxwaza federaliyê dike, gelo ev yek dibe?
Leys Belûs: Em di wê baweriyê de ne ku divê paşeroja Sûriyeyê li ser yekparçeyiyê be. Nenavendiya îdarî ya berfireh dibe ku baş be lê her projeyeke ku me ber bi dabeşbûnê ve bibe, dê tenê krîzan kûrtir bike.
Rûdaw: Hûn rûbirûyî hewla terorkirinê bûne, kî li pişt van hewldanan e?
Leys Belûs: Ew kesên ku ji gotara me ya ji bo aramî û bidawîanîna aloziyan zerermend dibin. Çi di serdema rejîma berê de be ku çendîn caran hewla kuştina me dan, an jî xwediyên projeyên cudaxwaz ku di nava rojê de gule li me reşandin.
Rûdaw: Helwesta we li hemberî HSDyê çi ye?
Leys Belûs: Rêza me ji bo hemû pêkhateyan heye lê em li dijî her gavekê ne ku bibe sedema dabeşbûna Sûriyeyê an ferzkirina rastiyeke siyasî li derveyî rêkeftina niştimanî.
Rûdaw: Peyama we ji bo xelkê Siwêdayê çi ye?
Leys Belûs: Pirsgirêka me ne di navbera kurên Siwêdayê de ye, di navbera du projeyan de ye. Projeyek ji bo vegerandina dewlet û aramiyê, û projeyek ku xeyala cudabûnê difiroşe xelkê. Paşeroja Siwêdayê bi veqetîna ji Sûriyeyê nabe, belkî bi wê yekê dibe ku em şirîkekî bi hêz bin di avakirina welat de.



