Wezîrê Perwerde û Xwendinê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko got, “Li her dera Sûriyeyê dibistanên bi Kurdî vedibin.”
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko li Hewlêrê bû mêhvanê Dilbixwîn Dara.
Mihemed Tirkoyê ku Kurdekî Efrînî ye bersiv da pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser perwerde, sîstema xwendinê, mafên Kurdan û xwendina bi zimanê Kurdî.
Mihemed Tirko bi eslê xwe xelkê Efrînê ye û niha li taxa Zorawayê ya Şamê dijî.
Mihemed Tirko wî da zanîn ku dê li her dera Sûriyeyê dibistanên bi zimanê Kurdî vebin.
Tirko eşkere kir ku ew li ser bernameyeke nû ya bi Kurdî dixebitin û birêvebirê bernameyên Sûriyeyê jî Kurd e.
Her wiha wî destnîşan kir ku wan dîplomayên Rêveberiya Xweser nas kirine û 38 hezar mamosteyên deverên Kurdan tevlî wezaretê bûne.
Mihemed Tirko destnîşan kir ku perwerde û dîplomayên lîse û zanîngehên Herêma Kurdistanê jî li Sûriyeyê bi fermî tên naskirin.
Wî ragihand ku li Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê 338 hezar karmend hene.
Tirko anî zimên ku meaşên mamosteyan ji 80 dolarî gihîştiye 400 dolarî.
Wî ji bo penaberan jî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û got ku vegera penaberan a ji bo Sûriyeyê ne zehmet e.
Wezîrê Kurd di hevpeyvînê de li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî û guhertinên nû peyamên girîng dan:
Rûdaw: Niha rewşa perwerdeyê li Sûriyeyê çawa ye doktor?
Mihemed Tirko: Rewşa perwerdeyê li Sûriyeyê di destpêkê de gelekî zehmet bû. Wextê ez hatim, çar sîstemên perwerdeyê li Sûriyeyê hebûn. Me ew hemû kirin yek sîstem. Me mûçeyên mamosteyan hemû kirin wekî hev ku ev tiştekî gelekî baş bû. Tiştê duyemîn me mufredat kir yek. Yanî mufredateke yekgirtî ji bo hemûyan ku ev jî tiştekî adilane bû da ku hemû xwendekar heman mufredatê bixwînin û ezmûnên wan jî yek bin. Me dîplomayên Rêveberiya Xweser nas kirin û îsal jî ew dikarin li gorî wê mufredatê bawernameyên xwe biqedînin.
Rûdaw: Paşê dê çawa bibe?
Mihemed Tirko: Serok Ehmed Şer biryarnameya 13an a sala 2026an derxist. Ew biryarname gelek mafên Kurdan vedigerîne. Yek ji wan mafê welatîbûnê, mafê erdê û mafê ziman bû. Em niha li ser pirsa ziman dixebitin û mufredatekê amade dikin. Armanca me ew e ku Kurd bi zimanê xwe perwerde bibin û em li ser vê dixebitin. Li her devera ku Kurd lê hebin, ne tenê li Heleb û Şamê, em dê li wir jî dibistanan vekin.
Rûdaw: Di Wezareta Perwerdeyê de çend Kurd hene, karmendên te hene?
Mihemed Tirko: Her kesê ku karibe kevirekî deyne ser kevirekî li Sûriyeyê, em destê xwe jê re dirêj dikin. Karmendên me yên Kurd di wezaretê de hene û karên baş dikin. Birêvebirê me yê navendî Kurd e, birêvebirê perwerdeyê yê Hisîçayê Kurd e. Dema ku lîyaqet û bawername hebin, em nabêjin ev Kurd e yan Ereb e. Em Sûriyeyeke nû ava dikin ku tê de beşdarî hebe, ne parvekirin.
Rûdaw: Mebesta min ne ew bû cenabê wezîr. Bi giştî çend kes di wezaretê de dixebitin, ne tenê Kurd?
Mihemed Tirko: Teqrîben mamoste û yên din 338 hezar kes in li hemû Sûriyeyê.
Rûdaw: Hûn mûçeyên karmendên wezaretê yên herêmên Rêveberiya Xweser didin?
Mihemed Tirko: Bi biryarnameyê, me sîstema xwendinê ya li Hisîça û Reqayê xist nav sîstema esasî ya dewletê. 38 hezar mamoste hebûn me ew jî girtin. Ew di sîstema xwendinê de dixebitin û mûçeyên xwe werdigirin.
Rûdaw: Mûçeyê mamosteyan çi qas e?
Mihemed Tirko: Baş e. Berê nêzîkî 80 dolar bû, niha digihîje 400 dolarî. Yanî baş e.
Rûdaw: Yanî hûn zehmetiyê di entegrasyonê de nabînin? Mebesta min ew qas dibistan, mamoste, karmendên îdarî yên saziyên Rêveberiya Xweser in, ne zehmet e entegrekirina wan di nava saziyên we de?
Mihemed Tirko: Bi rastî meseleya îdarî gelekî zehmet e. Gelek dibistan hatin bombebarankirin. 8 hezar û 200 dibistan hilweşiyan. Me heta niha nêzîkî hezar û 680 dibistan ji nû ve ava kirin. Armanca me ya esasî ew e ku em mafê xwendinê bigihînin her zarokekî li ser axa Sûriyeyê.
Rûdaw: Niha li hemû deverên Sûriyeyê dibistan hene?
Mihemed Tirko: Hejmara xwendekaran beriya salekê piştî rizgarkirinê, nêzîkî 4 milyon û 300 hezarî bû. Sala borî bû 5 milyon û 100 hezar. Her sal milyonek zêde dibe. Ew koçberên Efrînê yên ku li derve bûn, li Hisîçayê bûn, li Kobaniyê bûn vegeriyan. Niha derfet û mecala wan heye ku li dibistanan bixwînin.
Rûdaw: Em dizanin ku gelek koçber vegeriyan. Li gorî zanyariyan 70-80 hezar koçber vegeriyan Efrînê. Tu çi ji wan re dibêjî?
Mihemed Tirko: Me gelek biryar standin ji bo ku ew vegerin dibistanan. Heta eger bawernameya wan pê re nebe jî em ezmûnekê ji wan re çêdikin. Heta eger temenê wî mezin be jî me mufredateke taybet çêkiriye ku dikare di salekê de du salan biqedîne.
Rûdaw: Li Efrînê bi çi zimanî ye? Kurdî nîne?
Mihemed Tirko: Niha Kurdî nîne lê em dê vekin. Li gorî biryarnameya serok li her herêma ku Kurd lê hebin em dê dibistanên bi zimanê Kurdî vekin. Em mamosteyan jî ji bo vê amade dikin.
Rûdaw: Yanî ne dersên vebijêrkî ne?
Mihemed Tirko: Em li ser vê mijarê dixebitin.
Rûdaw: Bi rastî ez tenê teorîk nizanim wiha ye yan bi rastî jî Kurd li Sûriyeyê xwe wekî xwediyê wî welatî dibînin?
Mihemed Tirko: Bi rastî ez dizanim ku Kurd ji gelek tiştan bê par man. Zimanê Kurdî qedexe bû. Em dizanin ku her kes li malê fêrî xwendin û nivîsandinê dibû. Niha Sûriye welatê hemûyan e. Dema ku mirov heqê xwe werdigire hest pê dike ku ev welatê wî ye. Vegera koçberên Efrînê tiştekî gelekî baş bû. Meseleya welatîbûnê jî niha dikarin welatîbûna xwe wergirin.
Rûdaw: Li parlamentoyê çend endamên Kurd hene?
Mihemed Tirko: 13 ne. Hemû Kurd in. Ev cara yekemîn e ku 13 parlamenterên Kurd digihîjin parlamentoya Sûriyeyê.
Rûdaw: Li gorî nifûsa Kurdan li Sûriyeyê, 13 gelekî kêm in lê gaveke gelekî baş e. Te bi wan re hevdîtin kir? We behsa çi kir?
Mihemed Tirko: Kurdî axivîn. Gelekî xweş bû.
Rûdaw: Te dizanî piştî ku şer li Sûriyeyê çêbû nêzîkî 150 hezar Kurdên me yên Rojava hatin vir. Bi hezaran zarok diçin dibistanan. Sibê eger ew vegeriyan welatê xwe, dê bikaribin li wê derê xwendina xwe berdewam bikin? Hûn dê îtîrafê bi xwendina wan a li vir bikin?
Mihemed Tirko: Min got, hûn spasdar in ku we pêşwaziya koçberên Sûriyeyê kir û zarokên wan şandin dibistanan. Niha gelek vedigerin. Her kesê ku bawernameyek anîbe, dikare vegere. Heta eger bawername pê re nebe jî em li gorî asta wî, wî vedigerînin dibistanê. Eger bixwaze bekeloryaya xwe pêşkêş bike, em dê bawernameya wî pesend bikin û em îtîrafê pê dikin.
Rûdaw: Yanî hûn dibin alîkar. Mesela yekî li vir pola nehan xwendiye, dikare were li wir pola nehan berdewam bike yan jî derbasî dehan bibe?
Mihemed Tirko: Yê ku pola heftan xelas kiribe, dikare li Sûriyeyê dest bi pola heştan bike, ti pirsgirêk nînin. Em gelekî kêfxweş in dema vedigerin welatê xwe û xwendina xwe temam dikin.
Rûdaw: Bi rastî gelek xwendekar û malbatên wan di wê xemê de bûn ku xwendina wan li vir vala diçe.
Mihemed Tirko: Na em qebûl dikin. Heta eger bixwaze li Zanîngeha Şamê temam bike dikare bekeloryaya xwe bîne Wezareta Perwerdeyê û em dê jê re guherînê bikin.
Rûdaw: Te derfet nedît biçî li kampan bigerî û wan bibînî?
Mihemed Tirko: Min guh da daxwazên wan û heqê wan e. Lê min ji wan re got ku veger ne zehmet e, ne ji aliyê xwendinê ve û ne jî ji aliyê bawernameyê ve.
Rûdaw: Kurdek bibe Wezîrê Perwerdeyê li Sûriyeyê, çawa ye? Pêwendiya te bi Serokê Sûriyeyê re çawa ye?
Mihemed Tirko: Ev hikûmeteke teknokrat e. Em ji bo gelê Sûriyeyê dixebitin. Gelê Sûriyeyê gelek zilm dît, bi taybetî Kurdan. Em dixwazin rûmeta însanê Sûriyeyê vegerînin. Em dixwazin Sûriyeyeke nû ava bikin, dewleteke qanûn û demokrasiyê ji bo hemû Sûriyeyiyan. Serokê dewletê gelekî baş e û giringiyeke mezin dide meseleya Kurdan û perwerdeyê.
Rûdaw: Ew bi xwe bi Kurdî dizane biaxive?
Mihemed Tirko: Ez bi wî re neaxivîme.
Rûdaw: Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî Kurdî dizane?
Mihemed Tirko: Divê bizane ji ber ku lu Qamişloyê mezin bûye.
Rûdaw: Ez gelekî kêfxweş bûm ku tu bûyî mêhvanê min. Hêvî dikim demeke xweş derbas bikî. Eger peyameke te ji bo xelkê me yê Kurd lê i Rojavayê Kurdistanê hebe, çi ye?
Mihemed Tirko: Peyama min ew e ku paşeroja Sûriyeyê ya hemû Sûriyeyiyan e. Sûriye bi hemû pêkhateyên xwe bihêz e. Xwendin gelekî girîng e. Em dixwazin civakekê li ser bingeha xwendinê, qanûnê û demokrasiyê ava bikin. Em dixwazin hemû destê xwe bidin hev û ji bo welatê xwe paşerojeke xweş çêbikin.
Rûdaw: Piştî ku tu bûyî wezîr hevaltiya te ya berê didome? Yan ev posta te wekî wezîr, te ji wan dûr nexist?
Mihemed Tirko: Bi rastî ev kar gelekî dijwar û zehmet e lê dema derfetê bibînim em rûdinên û sohbetê dikin.
Rûdaw: Hûn li malê bi çi zimanî diaxivin doktor?
Mihemed Tirko: Em bi Kurmancî diaxivin.
Rûdaw: Vê postê wekî wezîr çi guhertin di jiyana te de çêkir?
Mihemed Tirko: Dîsa dibêjim, em dixwazin rûmeta her Sûriyeyiyekî vegerînin û her kes bi navê welatê xwe serê xwe bilind bike û bibêje "Ez Sûriyeyî me."
Rûdaw: Gelekî spas doktor, zor zor spas. Kêfxweş bûm. Bi rastî cara yekemîn e wezîrekî Kurd tê Hewlêrê û dibe mêhvanê min. Kurdiya te gelekî xweş bû, te hemû zarava tevlihev kirin.
Mihemed Tirko: Ez hewl didim ku hemû fêhm bikin.
Rûdaw: Zor spas. Temaşevanên hêja spas ji bo we jî. Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Tirko mêhvanê min bû. Bi hêviya ku em li Şamê careke din hev bibînin.
Mihemed Tirko: Em amade ne. Gelek spas.


