Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke nû ya li Nexweşxaneya Zanîngeha Feyûmê ya li Misirê eşkere kir ku ew nexweşên kêmbûna vîtamîna Dyê bi wan re heye, îhtimala ku di 24 demjimêrên ewil ên piştî emeliyatan de rûbirûyê êşa giran bibin 3 qatan zêdetir e.
Serperiştyarê lêkolînê Dr. Mehdî Ehmed Ebdulhadî diyar kir:
"Kêmbûna vîtamîna Dyê li cem wan nexweşên ku emeliyata jêbirina pêsîran ji wan re tê kirin, dibe sedema zêdebûna êşa navîn heta giran a piştî emeliyatê û zêdebûna bikaranîna dermanên êşê."
Lêkolîn li ser 184 jinan hat kirin
Lêkolîn li ser 184 jinên ku emeliyata jêbirina pêsîran ji bo wan hatibû kirin hat encamdan.
Li gorî encaman, beriya emeliyatê dayîna vîtamîna Dyê ji bo wan nexweşên penceşêra pêsîrê ku asta vîtamîna Dyê bi wan re heye di bin 30 nanomol/lîtreyê de ye, dibe ku di kêmkirina êşa piştî neştergeriyê de bi roleke girîng rabe.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), daketina asta vîtamîna Dyê ya di bin 30 nanomol/lîtreyê de metirsiya nexweşiyên hestiyan zêde dike.



