Hewlêr (Rûdaw) - Li Berlîna paytexta Almanyayê konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê dest pê kir ku bijîşkên Kurd û Alman beşdar dibin.
Dirûşma îsal a konferansê "Tenduristî û mirovahî di ser her tiştî re ne" ye.
Serokê Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê Dr. Mistefa Elî ji Rûdawê re ragihand ku yek ji armancên wan hevahengiya bi bijîşkên Kurd re û bilindkirina asta bijîşkên Kurd a di warê akademîk û zanistî de ye.
Konferansa yekem a komeleyê sala 2010an li Almanyayê hatibû lidarxistin.
Dr. Mistefa Elî da zanîn ku li kêleka bijîşkan xwendekarên beşên bijîşkiyê jî di nav komeleyê de hene û herî kêm 2-3 hezar bijîşkên Kurd li Almanyayê hene.
"Xewn û xeyala wan Kurdistan e"
Dr. Mistefa Elî li ser xebatên komeleyê û rewşa bijîşkan anî ziman:
"Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê xizmeteke baş kir.
Piştî ku Kurd ji Sûriyeyê hatin hejmara bijîşkên me zêdetir bû.
Em dixwazin ji bo bipêşxistina rewşa tenduristiyê û karên hevbeş, bijîşkên ku nû hatine Almanyayê jî tevlî vê xebatê bibin.
Bijîşkên Kurd her tim xewn û xeyala wan Kurdistan e û ew piştgirên bijîşk û miletê me ne."


