Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Federasyona Navneteweyî ya Şekirê nêzîkî 589 milyon mirovên mezin (20-79 salî) li seranserî cîhanê bi nexweşiya diyabetê ketine.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî jî dibêje ku sala 2025an nêzîkî 9,5 milyon mirov li cîhanê bi nexweşiyê ketine.
Şekir nexweşiyeke kronîk e dema ku pankreas nikaribe bi qasî ku hewce ye hormona însulînê berhem bîne an jî dema ku laş nikaribe wê însulîna ku hatiye berhemanîn bi şêwazekî bibandor bi kar bîne rû dide.
3 cureyên sereke yên nexweşiya şekirê hene ew jî: Şekirê cureyê 1ê, şekirê cureyê 2yê û şekirê demkî yê ducaniyê ne.
Şekirê cureyê 1ê cureyek ji nexweşiyên pergala parastinê ya xwerû ye ku tê de pergala parastinê ya laş bi şaşî êrişî wan yekeyên pankreasê dike ku însulînê berhem tînin û wan ji nav dibin.
Ev cure piranî di zarokatiyê an jî di xortaniyê de derdikeve holê û kesên ku pê ketine hewcedarî girtina însulîna rojane ne.
Şekirê cureyê 2yê laş li hember însulînê li ber xwe dide yan jî bi qasî ku têra laş bike însulînê kom nake ku pirtir ji ber emir, kîloya zêde û şêwazê jiyanê rû dide.
Li gorî amarên Federasyona Navneteweyî ya Şekirê, dabeşbûna hejmara mirovên mezin (20-79 salî) yên ku pê ketine li ser 7 herêmên cîhanê bi vê şêwazê ye:
• Rojavayê Okyanusa Pasîfîkê: 215 milyon mirov
• Başûrrojhilatê Asyayê: 107 milyon mirov
• Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê: 85 milyon mirov
• Ewropa: 66 milyon mirov
• Amerîkaya Bakur û Karayîb: 56 milyon mirov
• Amerîkaya Başûr û Navîn: 35 milyon mirov
• Afrîka: 25 milyon mirov



