Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê nexweşiyên pergala nefesê Dr. Rewend Mihemed da zanîn ku herî pir kal û pîr û zarok ji bo alerjiya demsalî di bin metirsiyê de ne.
Dr. Rewend Mihemed bû mêhvanê bultena tenduristiyê ya Rûdawê ku Nime Serheng pêşkêş dike.
Dr. Rewend diyar kir ku alerjiya demsalî ji bo jinên ducanî rewşeke dijwar e çimkî pergala wan a parastinê lawaz e û hewce ye ew bêhtir bala xwe bidin tenduristiya xwe.
Li gorî agahiyên ku wî dane, divê antîbiyotîk û derman ji bo alerjiya demsalî neyên bikaranîn çimkî ti sûda wan nîne.
Dr. Rewend got ku kal û pîr û zarok di bin metirsiya alerjiya demsalî de ne û nîşanên alerjiya demsalî yên herî diyar ev in:
- Pêvajoya wê ji hefteyekê kêmtir dikişîne û rewşa wî kesî ber bi başbûnê ve diçe.
- Ta û lerz pê re nîne.
- Xwirîn û sorbûna çavan heye.
Rêyên xweparastinê
Dr. Rewend destnîşan kir ku mirov dikare bi van 5 rêbazan xwe ji alerjiya payîzê biparêze yan jî bandora wê kêm bike:
- Tedawiya alerjiya demsalî nêzîkî mehekê berî demsalê bidin destpêkirin û vê tedawiyê piştî windabûna nîşanan jî çend hefteyan bidomînin.
- Bikaranîna spreyên pozan (bêhvil, kepî, difin) ên wekî steroîdên pozan û dermanên dijî-alerjiyê ji aliyê doktoran ve wekî bijardeya yekem tê dîtin çimkî ew bi bandortir in û li gorî hebên (tabletên) devkî, bandorên wan ên neyînî kêmtir in.
- Ne hewce ye ku hûn bi awayekî berdewam cureyê tedawiya dijî-alerjiyê biguherin, a girîng ew e ku hûn bi awayekî birêkûpêk bikaranîna wê cureyê ku ji bo te guncav e bidomînin.
- Ji bo hûn tozên kulîlkan (polen) ji cil, çerm û porê xwe veneguhêzin nava malê û nav nivînan, divê hûn di dawiya rojê de serê xwe bişon.
- Ji bo baştirkirina kalîteya hewaya nava malê divê pergalên sarkirinê û parzûnan (fîlteran) bi awayekî birêkûpêk werin paqijkirin.


