Hewlêr (Rûdaw) - Pisporan bal kişand ser zêdebûna nexweşiyên jibîrkirinê yên li Herêma Kurdistanê û li ser nîşan û rêbazên pêşîlêgirtinê hişyarî da.
Pisporê mêjî û demaran Dr. Ebdula Feqê bû mêhvanê bultena tenduristiyê ya Rûdawê ku Nime Serheng pêşkêş dike.
Dr. Ebdula Feqê derbarê sedem û cureyên herî berbelav ên jibîrkirinê nirxandinên girîng kirin û diyar kir ku kêmasiya baldariyê yek ji sedemên herî berbelav ên jibîrkirinê ye û got:
"Nexweşiya jibîrkirinê ya herî berbelav Alzheimer e."
Ebdula Feqê destnîşan kir ku jiyana kar û civakî ya mirovan li ser cureyê tiştên ku têne jibîrkirin bandorê dike û bal kişand ser wê yekê:
"Hin kes tenê navan ji bîr dikin, hinekên din jî tenê hejmaran ji bîr dikin.
Ev bi jîngeh û awayê jiyana mirovan ve girêdayî ye.
Wekî mînak, kesê ku karê wî hesabgerî be hejmaran pir derengtir ji bîr dike lê kesê ku ji ber karê xwe bi berdewamî bi mirovan re di pêwendiyan de be navan derengtir ji bîr dike."
"Stres û bêxewî baldariyê kêm dike"
Dr. Feqê derbarê faktorên stresa jiyana rojane got:
"Kêmasiya baldariyê bi gelemperî ji ber bêxewî, fikarên giran û stresê çêdibe."
Dr. Feqê diyar kir ku her mînaka jibîrkirinê divê wekî nexweşî neyê hesibandin ji ber ku bîr heta 35 saliya xwe di asta herî xurt de ye û kêmbûna xwezayî ya li ser kapasîteya mêjî bi temen re çêdibe lê dîsa jî, kesên ku werzişên derûnî dikin û bi awayekî çalak bîra xwe bi kar tînin dikarin vê pêvajoyê dereng bixin.
Dr. Feqê li ser ew tiştên ku divê wekî nexweşî werin hesibandin hişyarî da û da zanîn:
"Jibîrkirina tiştên ku mirovên din zû bi zû ji bîr nakin ango beşeke ji jiyana rojane ne û ji aliyê mentiqî ve ne pêkan e ku werin jibîrkirin, nîşana nexweşiyê ye û divê bêguman ji pisporekî re were gotin."


