Hewlêr (Rûdaw) - Telefon ne tenê di nav rojê de, bi şev di xwe de jî zererê didin tenduristiya me.
Pisporê mejî û demaran Dr. Yasîr Zebarî diyar kir ku ronahiya telefonan şaneyên mejî têk dibe û melatonînê (hormona xewê) kêm dike.
Îro telefonên jîr di destê her kesî de heye û bikaranîna bi awayekî xelet zererê dide tenduristiya mejî.
Li gorî Ajansa Navneteweyî ya Lêkolînên Penceşêrê, danîna telefonan a di bin balîfê de an jî nêzîkî serî ya di dema xewê de dikare bibe sedema penceşêrê.
Mejî ronahiya telefonan bi tavê re tevlihev dike
Zebarî tekez kir ku temaşekirina ekranên telefonê heta derengiya şevê demjimêra biyolojîk têk dibe û got:
"Ronahiya şîn a çêkirî ku ji çavan digihîje mejî ji aliyê mejî ve wekî tîrêjên rojê tê dîtin. Di encama vê tevliheviyê de, mejî çêkirina melatonînê, ango hormona ku xewê çalak dike, radiwestîne. Di encamê de bêxewî û westandina kronîk dimîne."
Dibe sebeba êşa mîgren û stûyê
Dr. Zebarî diyar kir ku bikaranîna telefonê ne tenê zererên hormonal di heman demê de zererên laşî jî digihîne mirov ku demeke dirêj temaşekirina ekranan dibe sebeba zextê li ser demaran.
Wî hişyar kir ku dema ev adet bi bêxewiyê re bibe yek dê êrişên mîgrenê yên giran û serêşên tansiyonê dest pê bikin.
Kî divê çend demjimêran razê?
Demjimêrên xewê yên pêwîst ji bo jiyaneke tendurist li gorî komên temenî diguherin.
Rêbernameya ku li ser daneyên Mayo Clinicê hatiye sazkirin wiha ye:
· Ji bo pitikên 0-3 mehî, 14-17 demjimêr
· Ji bo pitikên 4-11 mehî, 12-15 demjimêr
· Ji bo pitikên 1-2 salî, 11-14 demjimêr
· Ji bo pitikên 3-5 salî, 10-13 demjimêr
· Ji bo zarokên 6-13 salî, 9-11 demjimêr
· Ji bo zarokên 14-17 salî, 8-10 demjimêr
· Ji bo piraniya mezinan 7-9 demjimêr
· Ji bo 65 salî û mezintir 7-8 demjimêr
Pispor dibêjin ku pêdiviya jinên ducanî bêhtir bêhnvedanê heye da ku laşê wan kêmhez nebe û têk neçe.
Her wiha bikarneanîna telefonan di nav odeya razanê de an jî herî kêm berî razanê demjimêrek detokseke dîjîtal ji bo parastina laş girîng dibînin.


