Hewlêr (Rûdaw) - Gelê herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji ber cudahiya bihayê dermanan a di navbera dermanxaneyan de nerazîbûna xwe anî ziman.
Daxwaza wan ew e ku Sendîkaya Dermanfiroşan û Desteya Çavdêriyê bihayan bikin yek û rê li ber binpêkirinên mafê tenduristiyê bigirin.
“Sedema vê tevliheviyê nebûna çavdêriyê ye”
Şêniyê Cizîrê Heysem Şeleş li ser bihayê dermanan got:
“Cudahiya bihayên dermanan a li gorî dermanxaneyan êdî bi rastî jî bûye tiştekî ji rêzê. Sedema vê tevliheviyê nebûna çavdêriyê ye.
Em dibînin ku li dermanxaneyan di bihayê hinek dermanan de cudahiyeke mezin heye, ev yek ji encama bêserûberiyeke bêhempa derketiye holê.
Divê Wezareta Tenduristiyê sînorekî ji vê bêserûberiyê re deyne.”
Aliyên pêwendîdar sedema vê bêserûberiyê, bi derengketina pêvajoya yekxistina saziyên li parêzgeha Hisîçayê ve girê didin.
Lê şênî dibêjin, li dermanxaneyên ku ji aliyê kesên nepispor ve tên birêvebirin, derman wekî amûrên bazirganiyê tên dîtin, ango di bihayê her dermanekî de cudahiyeke bi qasî 4-5 hezar lîreyan heye.
“Sendîka hîn nehatine çalakkirin”
Berpirsê Ofîsa Serpereştiya Tendirustiyê ya Serê Kaniyê Ebdulah Osman sedema vê rewşê wiha diyar kir:
“Ji ber ku li seranserê parêzgeha Hisîçayê heta niha sendîkayên dermanfiroş, bijîşkên diranan û bijîşkên giştî nehatine çalakkirin, em hîn jî zehmetiyê dikişînin.
Ji ber ku dayîna destûran bi vê yekê ve girêdayî ye, me li gundewaran li ser hemû dermanxaneyan lêkolînek kiriye û lîsteya wan ji Rêveberiya Tendirustiyê re şandiye lê dibêjin ku ew li benda çalakkirina sendîkayan in.”
Li gorî çavdêran, nebûna bihanameyeke yekgirtî wan kesên ku nexweşiyên wan ên giran ên wekî dil, şekir û zexta xwînê hene, neçar dike ku dermanan bi deyn bikirin an jî ji bo dîtina dermanên erzantir zehmetiya rêyên dûr û dirêj bidin ber xwe.


