Şam (Rûdaw) - Bi dehan bijîşkên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ji bo nûkirina zanîna xwe û dîtina amûrên nûjen ên teknolojiya diranan çûn Şamê.
Li Şama paytexta Sûriyeyê Konferansa Bijîşkên Diranan bi beşdariya zêdetirî 3 hezar û 500 bijîşkan hat lidarxistin.
Bijîşk balê dikişînin ser girtina sendîkayên herêmî û lawaziya bazara kar a li herêma xwe û tekezî li ser girîngiya sûdwergirtina ji van derfetên zanistî dikin.
Ebas Erefat bijîşkekî Kurd ê ji navçeya Tirbespiyê ye û ew ji bo beşdariya Konferansa Bijîşkên Diranan çûye Şamê.
Bijîşk ji hemû deverên Sûriyeyê û ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî Konferansa Bijîşkên Diranan bûne.
Armanca Ebas Erefat ew e ku di konferansê de ji dersên zanistî sûdê wergire û li amûr û teknolojiyên nûjen ên di warê çandina diranan de bigere.
Bijîşkê Diranan Ebas Erefat li ser beşdariya konferansê got:
"Ev du sal in Sendîkaya Bijîşkên Diranan li herêma me girtî ye û ji wê demê ve li wir dewreyên zanistî nînin.
Dema ku sendîkaya me dixebitî dewreyên zanistiyê hebûn û me ji teknolojiyên nûjen ên li cîhanê agahî werdigirtin.
Niha ji wan tiştek nemaye. Amûrên nûjen ên li vir û li wir ji hev cuda ne û bazara kar a li wir lawaz e."
“Herêmên me tên paşguhkirin”
Azad Mistefa jî yek ji bijîşkên diranan e ku sala 2024an xwendina xwe qedandiye û ev 2 sal in di klînîkên gel ên li Qamişloyê de dixebite.
Azad Mustefa li ser astengiyên li pêşiya xwe wiha axivî:
"Gelek astengî hene. Yek ji wan jî ev e ku konferans li Şam, Laziqiye û Tertûsê tên lidarxistin, min dixwest konferanseke wiha li herêmên me, li Hisîça û Qamişloyê jî bihata lidarxistin.
Gelek bijîşk hene ku xwedî tecrubeyên bihêz in lê her tim herêmên me tên paşguhkirin."
Salane li Sûriyeyê di navbera 1500-2500 xwendekarî ji Fakulteya Bijîşkiya Diranan mezûn dibin.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê jî da zanîn ku ev konferans derfeteke zanistî ya mezin e da ku bijîşkên diranan di nav bipêşketinên cîhanî de cih bigirin.
Birêvebira Plandanîn û Serjimêriyê ya Wezareta Tenduristiyê Ela Ebdînê li ser armanca konferansê got:
"Armanca me bilindkirina şiyana mirovan û bihevguhertina tecrubeyan e.
Hemû bijîşk û karmendên tenduristiyê yên ku di van hemû salan de li vir mane û li ber xwe daye kevirê bingehîn in.
Karkirina bi wan re, bihevguhertina tecrubeyan û bilindkirina şiyana mirovan dê bipêşketina hemû pîşeyan misoger bike û dê vegera Sûriyeyê ya ji bo pêşengiya cîhanê jî pêk bîne."
Di konferansê de amûrên nûjen û derman hatin nîşandan.
Her wiha di 3 rojan de ji bo bijîşkan 78 semînerên zanistî tên dayîn.


