Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sedema ji sedî 50 ya mirinan nexweşiyên pergala gera xwînê û penceşêra pergala nefesê ne.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu, li Şaxa Stenbolê ya Şirketa Xizmetên Tenduristiyê yên Navneteweyî (USHAŞ) bi nûçegihanên tenduristiyê re civiya.
Kemal Memîşoglu di wê civînê de diyar kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê temenê navînî yê jiyanê gihîştiye 78,5 salan.
Wî da zanîn ku rêjeya mirina pitikan daketiye 7,8an û ev li gorî salên borî bipêşketineke erênî ye.
Nîvê mirinan ji ber nexweşiyên dil û penceşêrê ne
Kemal Memîşoglu bal kişand ser zêdebûna nexweşiyên penceşêrê.
Wî eşkere kir ku ji sedî 34,7ê mirinan ji ber nexweşiyên pergala gera xwînê ne.
Her wiha ji sedî 16ê mirinan jî ji ber girêkên xirab (penceşêr) pêk tên.
Bi gotineke din, sedema zêdetirî ji sedî 50 ya mirinan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nexweşiyên pergala gera xwînê û penceşêr in.
Memîşoglu anî zimên ku zêdetirî ji sedî 30 yê van girêkan jî penceşêra pişikê û penceşêra qirikê ne.
Cixare û qelewî kujerên sereke ne
Gelo sedema sereke ya van nexweşiyan çi ye?
Memîşoglu eşkere kir ku sedema serekî ya van nexweşî û mirinan cixare ye.
Wî da zanîn ku rêjeya bikaranîna cixareyê di nav mêran de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 46 e.
Bi vê rêjeyê Tirkiye di rêza duyem a cîhanê de cih digire.
Memîşoglu destnîşan kir ku sedemeke din a sereke ya mirinê jî qelewî ye.
Li gorî amarên ku wî eşkere kirine, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî ji sedî 30 yê mirovan qelew in.
Wî da zanîn ku beriya salên 2000î ji her sê kesan yek li gundan dijiyan lê niha ev rêje daketiye ji sedî 6an û got:
“Berê mirovan zêdetir çalakiyên fîzîkî dikirin lê îro formên kar guherîne. Mirov ji bo çûn û hatinê bi piranî wesayîtan bi kar tînin. Ji ber vê yekê, divê mirov pergala xwe ya xwarinê li gorî tevgera jiyana îro saz bikin.”
30 hezar nexweş li benda organan in
Memîşoglu her wiha eşkere kir ku niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 30 hezar nexweş li benda bexşîna organan in.
Bi gotina wî mirov bi saya qanûna nû êdî dikarin gelekî hêsantir organên xwe bibexşînin.
Wî li ser vê yekê jî got, “Welatî dikarin bi rêya pergalên e-Devlet û e-Nabizê bexşîna organên xwe wekî wesiyetname qeyd bikin. Bi vî rengî ew dikarin ji nexweşên ku li benda organan in re bibin alîkar.”


.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)