Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Tedawiya Alîkariya Zarokbûnê ya Nexweşxaneya Bajêr a Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, bûye hêviya hezaran welatiyan.
Ev welatî xeyal dikin ku bibin xwedî zarok.
"Em bi xwe diyar dikin"
Pispora Nexweşiyên Jinan Prof. Dr. Ilgin Turkçuogluyê li ser kar û xebatên navendê agahî dan û got:
"Li gorî rewşa nexweşan, em rasterast dest bi tedawiya zarokên lûleyî dikin. Em bi xwe diyar dikin bê dê kîjan tedawî were kirin."
Ev navend 6ê Gulana 2024an hat vekirin û wê dest bi xizmetê kir.
Ji roja ku vebûye heta niha 2 hezar û 700 kesî serî lê daye.
Ne tenê ji Dîlokê, ji parêzgehên derdorê jî nexweş ji bo tedawiyê berê xwe didin vê navendê.
"Roj bi roj zêdetir dibe"
Prof. Dr. Ilgin Turkçuogluyê bal kişand ser zêdebûna hejmara nexweşan û wiha got:
"Hejmara nexweşên me roj bi roj zêdetir dibe. Em li navenda xwe ji bo gelek nexweşan dibin hêvî û ev xebata me bi vî awayî didome."
Rêjeya zarokbûnê li Dîlokê
Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê, Dîlok yek ji wan 10 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye ku rêjeya zarokbûnê ji bo her jinekê lê herî bilind e.
Li Dîlokê rêjeya zarokbûnê ji bo her jinekê digihîje 2 zarokan.
Lê ev rêjeya navînî li seranserê Tirkiyeyê 1,42 ye.
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
