Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê pêşniyaryasaya “Alîkariya Mirinê” ya ji bo nexweşan pesend kir.
Li gorî nûçeyên medyaya xwecihî, Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê biryara xwe ya li ser pêşniyaryasaya ku 15ê Tîrmeha borî ji aliyê Parlamentoya Fransayê ve hatibû qebûlkirin eşkere kir.
Konseyê pêşniyaryasaya ku ji bo nexweşên pîr û kal ên ku tedawiya wan nîne û li şûna otanaziyê wekî "Alîkariya Mirinê" tê pênasekirin pesend kir.
Her wiha Konseyê xwest ku hinek xalên di pêşniyaryasayê de werin zelalkirin.
Di nav wan xalên ku hat xwestin werin zelalkirin de, şertên bicihanîna li ser kesên mezin û prensîba wîjdanî ya xebatkarên tenduristiyê yên ku dê bi cih bînin hene.
Pêşniyaryasa, nexweşên Fransiz ên ji 18 saliyê mezintir ên ku nexweşiyên wan ên giran û bêderman hene û nexweşên ku demeke dirêj e li Fransayê dijîn li xwe digire.
Dê nexweş bi xwe pêk bîne
Her wiha li gorî pêşniyaryasayê, dê çalakiya bidawîanîna jiyanê ya bi alîkariya bijîşkî, piştî serlêdana li bijîşk ji aliyê nexweş bi xwe ve were kirin.
Eger nexweş ji aliyê fizîkî ve nikaribe vê yekê bike, wê demê dê bijîşkek an jî hemşîreyek vê çalakiyê pêk bîne.
Pêşniyaryasa ferz dike ku ew kes divê "ji ber nexweşiyê êşê bikişînin" û "karibin îradeya xwe bi awayekî azad û hişmend bînin zimên".
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
