Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke li Norwecê derxist holê ku liv û tevger rîska felca mêjî û mirinê li cem wan kesên ku lêdana dilê wan nehevseng e bi awayekî berbiçav kêm dike.
Lêkolîn li Zanîngeha Arcticê ya Norwecê li ser zêdetirî 87 hezar kesan hate kirin.
Encamên lêkolînê di kovara Journal of the American Heart Associationê de hatin belavkirin.
Li gorî encaman, li cem wan kesên ku liv û tevgera wan heye metirsiya felca mêjî ji sedî 9 heta ji sedî 19 kêm bûye.
Her wiha derketiye holê ku werzişê rîska mirina ji nişka ve jî ji sedî 11 heta ji sedî 22 kêm kiriye.
Serperiştyarê lêkolînê Dr. Christopher Robin li ser girîngiya werzişê ragihand:
“Tevgera berdewam ji bo her kesî girîng e.
Li cem nexweşên ku lêdana dilê wan nehevseng e, werzişê nêzîkî salekê li temenê wan zêde kiriye.”
Ew nexweşiya dil a ku di lêkolînê de behs lê tê kirin bi navê "Atrial Fibrillation" tê naskirin ku cureyê herî berbelav ê nehevsengiya lêdana dil e.
Ev rewş wê demê çêdibe ku guhêrkên dil (atria) gelekî bilez û nehevseng lê didin û ji ber vê jî xwîn bi awayekî pêwîst nayê pompekirin.
Yek ji encamên herî metirsîdar ên vê nexweşiyê ew e ku rîska felca mêjî li cem mirovan 5 qatan zêde dike.
Pispor ji bo kêmkirina metirsiya vê nexweşiyê van gavan pêşniyar dikin:
· Kontrolkirina zexta xwînê.
· Werziş û liv û tevgera berdewam.
· Dûrketina ji çixare, nargîle û çixareyên elektronîk.
· Şopandina asta kolesterolê.
· Venexwarina alkolê.
.webp&w=3840&q=75)
