Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke li Amerîkayê eşkere kir ku cureyekî benîştê bijîşkî dikare asta vîrusa papillomaya mirovî (HPV) kêm bike.
Serperiştyarê lêkolînê yê li Zanîngeha Pensilvanyayê Prof. Dr. Henry Daniell li ser mijarê daxuyanî da.
Henry Daniell ragihand ku wan şorika devê nexweşên penceşêra dev û qirikê kontrol kiriye.
Li gorî encaman, benîşt asta vîrusa HPVyê di nava şorikê de bi rêjeya ji sedî 93 kêm kiriye.
Prof. Dr. Henry Daniell amaje pê kir ku ev benîşt ji fasuliyê hatiye çêkirin û proteîneke li dijî vîrusê tê de heye.
Daniell da zanîn ku bikaranîna carekê ya vî benîştî asta bakteriyên zererdar nêzîkî sifirê kiriye.
Wî diyar kir ku di heman demê de zerer negihîştiye bakteriyên sûdbexş.
Prof. Dr. Henry Daniell got, "Belavbûna penceşêra qirikê rasterast bi pêketina vîrusa HPVyê ve girêdayî ye."
Vîrusa HPVyê çi ye?
Vîrusa papillomaya mirovî (HPV) bi rêya temasê yan jî seksê derbasî mirovan dibe û dibe sedema penceşêrê.
Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê (WHO) eşkere kir ku penceşêra malzarokê li cîhanê heftemîn cureyê herî berbelav ê penceşêrê ye.

