Hewlêr (Rûdaw) - Li Silêmaniyê emeliyateke kêmpeyda ji bo kesekî hat kirin ku ji ber karebayê pozê wî şewitîbû.
Pisporê Emeliyatên Bedewiyê Dr. Diyar Ebdulwehîd ev emeliyat kiriye.
Dr. Diyar Ebdulwehîd ji Rûdawê re ragihand ku wan bi kirtikê parsûyê û şaneyên eniyê pozekî nû çêkiriye.
Ev poz niha amade ye ku ji bo cihê pozê kevn were veguhastin.
Emeliyat nêzîkî berî salekê li nexweşxaneyeke taybet a Silêmaniyê hatiye kirin lê encamên wê niha derketine holê.
Dr. Diyar Ebdulwehîd ji Rûdawê re eşkere kir ku mesrefê emeliyatê belaş bûye çimkî ev di warê emeliyatên bedewiyê de rêbazeke kêmpeyda ye û wan ew tecrube kiriye.
Nexweş karkerekî ji parêzgeha Helebceyê ye û dema ku ew li ser kar bûye karebayê lê daye û pozê wî şewitiye.
Dr. Diyar Ebdulwehîd û hevalên wî pozekî nû ji bo wî çêkiriye ku li ser eniya wî hatiye çandin.
Çima li ser eniyê?
Dr. Diyar Ebdulwehîd sedema çandina poz a li ser eniyê wiha rave kir:
"Ji bo ku poz baştir geş bibe û li cihekî be ku ji bo standina bêhnê û rû nebe pirsgirêk.
Her wiha ji bo ku bi şane û xaneyên wî kesî re li hev bike û rengê wî bibe wekî rengê çermê rûyê wî."
Dr. Diyar Ebdulwehîd her wiha da zanîn ku niha poz bi awayekî baş geş bûye û rengê çermê rûyê nexweş girtiye û got:
"Niha tenê emeliyata veguhastina poz maye ku em wî deynin cihê wî.
Em wekî tîma bijîşkî amade ne, kirina wê jî li ser daxwaza nexweş maye."
Sala 2013an bijîşkên Çînî bi rêbazeke nû ya emeliyatê bûn rojev ku wan li ser eniya nexweşekî pozekî nû çêkiribû.
Nexweşê 22 salî yê bi navê Xiaolian piştî qezayeke trafîkê ji ber înfeksiyonê pozê xwe ji dest dabû.
Ji ber ku zerer zêde bû rêbazên klasîk ên çêkirinê bi kêr nedihatin.
Bijîşkên li Nexweşxaneya Zanîngeha Bijîşkî ya Fujianê amûreke firehkirina şaneyan xist bin çermê eniya wî da ku çerm fireh bibe û wekî pozî lê were.
Pişt re kirtikê parsûyên nexweş bi kar anîn da ku poz saxlem bibe.
Piştî çend mehan poz bi gera xwînê ya nexweş geş bû û pişt re veguhastin cihê wî yê rast.
Ev rêbaza ecêb li gorî bingehên bijîşkî yên pêşerojê hatiye kirin.
Çermê eniyê di avakirina poz de gelek caran tê bikaranîn çimkî pêkhateya wê dişibe ya poz û gera xwînê ya li wir rasteqîn e.



