Hewlêr (Rûdaw) - Çîrok bi marmarokeke nenas lê gelekî jehrdar dest pê dike. Ev çîrok bi bazareke milyar dolarî ya ku cîhana bijîşkiyê guherandiye bi dawî dibe.
Li kûrahiya çolên Amerîkaya Bakur de, "Marmaroka Gila"yê dijî.
Ev marmarok di tûka xwe ya jehrdar de madeyekê hildigire. Ew made paşê bû bingeha derziyên zeîfbûnê yên nûjen.
Ev keşf salên 1990î dest pê kir. Bi saya vê keşfê îro dermanên wekî Ozempicê hene.
Jehra wê rê li ber derziya zeîfbûnê vekir
Marmaroka Gilayê li deverên çolê yên li başûrrojavayê Amerîkayê û bakurê Meksîkayê dijî.
Di tûka wê de jehrek heye ku nêçîra xwe lawaz dike û bêliv dihêle.
Ew jehr ew qas bihêz e ku dikare mirovekî jî bikuje. Tam jî ev tûk ket ber çavê lêkolîneran.
Lêkolîneran madeyek ji vê tûkê veqetand. Vê madeyê rê li ber dermanên nû û bazareke milyar dolarî vekir: Derziya zeîfbûnê.
Tîma lêkolîneran a bi serokatiya Endokrînolog John Eng peptîda bi navê "Exendin-4" tesbît kir.
Ev peptîd dişibe hormona rûvî ya mirovan "GLP-1"ê. Lê ev peptîda marmarokê di xwînê de gelekî demdirêjtir çalak dimîne.
Şîrketên dermanan ji vê keşfê dermanek çêkir. Ji Exendin-4ê dermanê bi navê "Exenatid" derket holê. Ev versiyoneke sentetîk a peptîda marmarokê ye.
Sala 2005an ev derman wekî yekemîn dermanê GLP-1ê hat pesendkirin.
Ji wê demê ve ev derman ji bo nexweşên diyabeta Tîp 2yê tê bikaranîn.
Semaglutîd her tiştî diguhere
Serkeftina dermanên ewil, derî li ber nifşê duyem ê madeyên çalak vekir.
Ev madeyên nû nêzîktirî GLP-1a mirovan in. Lê ew dîsa jî li ser tecrubeyên bi Exendin-4ê re hatine avakirin.
Yek ji van jî "Semaglutîd" e. Ev peptîdeke GLP-1ê ye ku ji aliyê kîmyayî ve hatiye guhertin û dema bandora wê dirêjtir e.
Ev made şekirê xwînê dadixe. Her wiha îştahê kêm dike û valabûna mîdeyê hêdî dike.
Bazara milyar dolaran
Bazara van madeyan di nav çend salan de teqiya. Amar gelekî mezin in.
Li Amerîkayê xerciyên ji bo van dermanan gelekî zêde bûn.
Xerciyên ku 2018an 13,7 milyar dolar bûn, 2023yan gihîştin 71,7 milyar dolarî.
Lêkolîneke di kovara zanistî ya JAMA Network Openê de vê yekê nîşan dide.
Beşeke mezin a van xerciyan ji bo dermanên ku semaglutîd tê de hene yên wekî Ozempic û Wegovyê ne.
Raporên karsaziyê yên şirketa Novo Nordiskê jî vê rastiyê nîşan didin.
Li gorî raporan, tenê dahata dermanên bi semaglutîdê ji 10 milyar dolarî zêdetir e.
Tiştê ku berê tenê vedîtineke laboratuwarê bû, îro di pîşesaziya dermanan de çavkaniyeke mezin a dahatê ye.
Ev hemû vedigerin ser tûka marmarokeke çolê ya ji rêzê.
Vê marmarokê bi milyaran dolar dahat da pîşesaziya dermanan.
Divê were gotin ku Marmaroka Gilayê tenê çend mehan carekê tiştekî dixwe.
Lê dema ku dixwe, ew baş dixwe. Dikare di carekê de bi qasî ji sedî 30yî giraniya laşê xwe xwarinê bixwe.


