Hewlêr (Rûdaw) - Bijîşkeke pispor a çerm qala sedemên çêbûna pizrikan kir ku telefon û rûyê balîfê jî di nav de ne.
Pispora Nexweşiyên Çerm, Bedewî û Lazerê Dr. Sozan Qeredaxiyê qala çend sedeman kir ku îhtimala çêbûna pizrikan û belavbûna wan zêde dikin.
Sedem ev in:
· Xwarinên bilez (Fast food)
· Telefon
· Rûyê balîfê yê pîs
· Destên pîs
· Periyoda jinan
· Qelewî
· Maskeyên rû
· Teqandina pizrikan
· Hebên rêlibergirtina ducaniyê
· Kêmxewî
· Zexta derûnî û stres
· Xwarina bi şev
Dr. Sozan Qeredaxiyê di beşeke axaftina xwe de got:
“Em heftane qurbaniyên bikaranîna şaş a dermanan dibînin û piraniya wan di bin 20 saliyê de ne.
Beşek ji wan kremên online yan jî wan berheman bi kar tînin ku bijîşk ji wan re nenivîsandine yan jî ew berhem in ku li ser torên civakî qala wan tê kirin.”



