Hewlêr (Rûdaw) - Di Kongreya Dil a li Hewlêrê de encamên lêkolîneke navxwe hatin eşkerekirin.
Li gorî lêkolînê, piraniya kesên ku krîza dil derbas kiriye kêm raketine û stresa wan hebûye.
Hevserokê Rêxistina Engeşeyê yê ku tevlî Duyemîn Kongreya Dil a li Hewlêrê bûye ragihand ku wan 10-12 lêkolîn pêşkêş kirine.
Ev lêkolîn ji aliyê çend bijîşk û xwendekarên Koleja Bijîşkiyê ve hatine amadekirin.
Bijîşkê Payebilind Dr. Benan Qasim ji Rûdawê re got, di lêkolînekê de dîroka bijîşkî ya 168 nexweşên krîza dil a li Navenda Dil a Hewlêrê hatiye kontrolkirin û di encamê de derketiye ku ji sedî 72yê wan kêmxew in.
Her wiha ji sedî 62yê wan xwarinên amade (fastfood) yan jî yên di qutiyan de xwarine û ji sedî 52yê wan jî stres û acizbûneke zû bi wan re hebûye.
Bijîşka Giştî Dr. Zuha Ebdulrehman Melazadeya ku yek ji lêkoleran e diyar kir:
"Dibe ku xelkê Hewlêrê ji ber kêmxewî, kişandina cixareyê, xwarina zêde ya fastfoodan û şîraniyê tûşî krîza dil bibin.”
Wê her wiha bal kişand ser temenê nexweşan û got ku her çi qasî hemû temen tê de hebin jî piraniya wan di navbera 45 û 55 saliyê de ne.
Kêmasiya amûr û textan
Xwendekarê qonaxa şeşan a Koleja Bijîşkî ya Zanîngeha Hewlêrê Jiyar Yasîn li ser sîstema tenduristiyê ya du nexweşxaneyên fermî (Nexweşxaneya Hewarçûnê ya Rizgarî û Nexweşxaneya Hewarçûnê ya Rojava) lêkolînek kiriye.
Li gorî lêkolînê, rêjeya razandina nexweşan a di beşên guncav de li her du nexweşxaneyan nêzîkî ji sedî 80 ye lê divê asta standard ji sedî 90 be.
Jiyan Yasîn eşkere kir ku sedema sereke ya ne razandina nexweşan a di beşên guncav de, nebûna amûrên pêwîst û kêmasiya textan a li beşên "herêma sor" e (nexweşên ku divê berdewam di bin çavdêriyê de bin).
Kongreya Dil a Hewlêrê
Kongreya Dil a Hewlêrê 25 û 26ê vê mehê li dar dikeve.
Gelek pisporên navxwe û navneteweyî beşdarî kongreyê dibin û lêkolînên herî nû yên li ser nexweşiyên dil û rehên xwînê gotûbêj dikin.
Bala sereke ya kongreya îsal li ser nexweşiyên kronîk ên dil, bi taybetî pişkinîna pêşwext û teknîkên nû yên neştergeriyê ye.
Li cîhanê nexweşiyên dil û rehên xwînê sedema yekem a mirinê ne.
Li Herêma Kurdistanê jî ev nexweşî zêde ne û li gorî amaran niha di nav ciwanan de jî rêjeya krîza dil zêde bûye.
Amarên cîhanî û navxwe
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), nexweşiyên dil û krîza dil salane li cîhanê dibin sedema mirina 17-20 milyon kesan.
Ev jî tê wateya ku ji her sê mirinan yek ji ber dil e.
Sêyeka wan kesên ku bi van nexweşiyan dimirin kesên bin 70 saliyê ne û herî zêde li welatên feqîr mirin hene.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê, nêzîkî ji sedî 27-30ê mirinên li Îraq û Herêma Kurdistanê ji ber nexweşiyên dil û rehên xwînê ne.



