Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku sala 2025an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 491 hezar û 684 kes mirine û sala 2024an jî 489 hezar û 734 kes miribûn.
Rêjeya mirinê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji her hezar kesî 5,7 kes e.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên mirinê û sedemên mirinê yên sala 2025an eşkere kirin.
Li gorî amaran, sala 2025an 491 hezar û 684 kes mirine ku ji sedî 55,1ê wan mêr û ji sedî 44,9ê wan jin in.
Rêjeya herî kêm li Bakurê Kurdistanê ye
Rêjeya herî kêm a mirinê li parêzgehên Şirnex, Colemêrg, Êlih, Wan û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê ye.
Rêjeya herî bilind a mirinê jî li bajarên Sînop, Kastamonu, Gîresun û Balikesîrê yên Tirkiyeyê ye.
Sala 2025an li Şirnexê ji her hezar kesî 2,3 kes, li Colemêrgê ji her hezar kesî 2,5 kes, li Wanê ji her hezar kesî 3,1 kes û li Êlih û Rihayê jî ji her hezar kesî 3,2 kes mirine.
Li bajarên Tirkiyeyê rêjeya mirinê li gorî bajarên Bakurê Kurdistanê bilindtir e.
Li Sînopê ji her hezar kesî 10,8 kes, li Gîresunê ji her hezar kesî 10,2 kes û li Balikesîrê jî ji her hezar kesî 9,5 kes mirine.
Sedemên sereke yên mirinê
Herî zêde mirov ji ber nexweşiyên dil û damaran mirin ku rêjeya wê ji sedî 34,7 e.
Her wiha ûrên baş û xirab bi rêjeya ji sedî 16,1ê û nexweşiyên sîstema bêhnvedanê û pişikê jî bi rêjeya ji sedî 15,1ê bûn sedema mirinan.



