Amed (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Çiriya Paşîn de Banka Bajaran ji budceya her şaredariyekê ji sedî 27 birî û ji budceya Şaredariya Sûrê 18 milyon lîre hat birîn.
Bi vî awayî ji 4an yeka budceyê nehat dayîn û beşeke mezin a budceya hemû şaredariyan vê mehê bi awayekî otomatîk hat birîn.
Gelek şaredarî ji ber birîna budceyê nikarin meaşên karkerên xwe bidin û plana xwe ya xizmetguzariyê pêk bînin.
“Projeyên şaredariyan nîvco dimînin”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê budceya şaredariyan bi rêya Banka Bajaran tê dayîn.
Banka Bajaran vê mehê ji budceya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji sedî 27 birî.
Li gorî hevşaredaran, birîneke ew qas mezin dê bibe sedema birîneke mezintir.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay got:
“Em bibêjin budceya şaredariyekê milyonek be, ev tê wê wateyê ku 270 hezar kêm hatiye.
Ji ber vê sedemê, plansazî, bername û amadehiyên ku wê şaredariyê kirine tên astengkirin. Proje û xebatên wê nîvco dimînin, dereng dimînin û nayên meşandin.”
Şaredariya Sûrê nikare îkramiyeyên karkeran bide
Banka Bajaran vê mehê ji budceya Şaredariya Sûrê ya ku 46 milyon lîre bû, 18 milyon lîre birî.
Tenê 28 milyon lîre ket destê şaredariyê û ji ber wê yekê şaredarî nikare meaş û îkramiyeyên karkeran bi temamî bide.
Hevşaredara Sûrê Gulan Onkolê li ser rewşê ji Rûdawê re wiha axivî:
“Em nikarin mesela heqê benzînê bidin, em nikarin heqê çêkirina rêyan bidin. Em nikarin xebatên rê û dirban bikin.
Ji bo wan jî micûr lazim e, qûm lazim e. Ji ber vê yekê kêmasiyeke mezin derdikeve holê. Me meaşê karkeran da lê me nekarî îkramiyeyên karkeran bidin.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara şaredariyan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 30 şaredariyên bajarên mezin, 51 şaredariyên bajaran, 519 şaredariyên navçeyan ên bajarên mezin, 403 şaredariyên navçeyan û 399 şaredariyên bajarokan hene.
Her şaredariyek li gorî dahata xwe zehmetiyê dikişîne.


