Hewlêr (Rûdaw) - Borsaya pereyên krîpto ya Binanceyê ragihand ku asta texmînî ya binpêkirina ewlehiyê ya li ser platforma wan 6,3 milyar dolar e û samana bi qasî 3 milyar dolarî hatiye cemidandin.
Binanceyê di daxuyaniyekê de encamên vekolînên ewil ên derbarê pirsgirêka ewlehiyê de eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bandora giştî ya bûyerê nêzîkî 6,3 milyar dolaran tê texmînkirin û di encama hevkariya bi şirîkên sektorê re samana bi qasî 3 milyar dolarî li ser blokzincîrê hatiye cemidandin.
"Pereyên bikarhêneran di ewlehiyê de ne"
Binanceyê da zanîn ku hemû ziyan dê ji aliyê fona SAFUyê ya ji bo parastina bikarhêneran û ji çavkaniyên şirketê bi xwe werin dabînkirin.
Her wiha hat teqezkirin ku pereyên bikarhêneran di ewlehiyê de ne.
Li gorî daxuyaniyê, guman heye ku ev binpêkirina ewlehiyê ji ber destdanîna ser komputera endezyarekî berpirsê nermalav û binesaziya pergalê ya şirketê rû dabe.
Hat diyarkirin ku êrişkaran bi vî awayî xwe gihandiye binesaziya xizmetê ya şirketê û bêyî destûr pere kişandine.
Şopên derçûna kilîtên taybet nehatin dîtin
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku derbarê derçûna kilîtên taybet ên berîkên pereyên krîpto de ti delîl nehatine dîtin.
Binanceyê di çarçoveya kontrolên ewlehiyê de danîn û kişandina pereyan bi awayekî demkî rawestand, desthilata navnîşana ku ketibû bin bandora êrişê betal kir û ji bo vegerandina samanan bi hêzên ewlehiyê re dest bi hevkariyê kir.
Şirketê da zanîn ku piştî temambûna vekolînan ew dê raporeke berfireh a hûrgiliyên teknîkî û agahiyên nûjenkirî yên rezervan belav bike.
Bitcoin daket
Piştî nûçeyên li ser wê yekê ku dibe berîkên germ ên Binanceyê rastî êrişa sîberî hatibin, bihayê Bitcoin û pereyên din ên krîpto daket.



