Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrişên nû yên Hûsiyan ên li ser Erebistana Siûdî petrol biha bû.
Piştî êrişan, Amerîkayê ferman da beşek ji dîplomat û malbatên wan ku nûnertiyên Washingtonê yên li wî welatî biterikînin.
Bermîla petrola xav a brentê 1,29 dolar ango bi rêjeya ji sedî 1,2 biha bû û bi 110,11 dolarî hat kirîn û firotin.
Di heman demê de bermîla petrola xav a Teksasê ya Amerîkayê jî 97 sent ango bi rêjeya ji sedî 1 zêde bû û gihişt 98,12 dolaran.
Rayedarên Amerîkayê ji Ajansa Reutersê re ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê plan dike ku xizmên dîplomatên xwe yên li çend nûnertiyên din ên herêmê jî vekişîne.
Êrişên Hûsiyan ên li ser Siûdiyê
Hûsiyên Yemenê doh li Erebistana Siûdî êrişî çend cihan kir.
Di êrişa li ser balafirgeheke sivîl de herî kêm kesek mir û 8 kes jî birîndar bûn.
Her wiha di êrişeke bi dronê ya li ser zeviyeke petrolê ya Siûdiyê de 2 kes mirin.
Li aliyê din, medyaya Îranê belav kir ku li bajarê Sîrîkê yê li başûrê Îranê dengê çend teqînan hatiye bihîstin lê sedem û cihê teqînan nehatine eşkerekirin.
Îran: Em amade ne xwe biparêzin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku Tehran ji bo parastina xwe di amadehiyeke tam de ye.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî got ku Washington di demekê de ku dorpêçan datîne ser Îranê û gefan lê dixwe, nikare li benda dan û standinan be.
Metirsiya li ser veguhastina petrolê
Amarên şirketa Kplerê nîşan didin ku di nav du hefteyên borî de herî kêm 18 êriş li ser keştiyan hatine kirin.
Her wiha analîstên girêdayî Koma Borsayê ya Londonê (LSEG) hişyarî da ku êrişên Îranê gihîştine nav Deryaya Umanê.
Wan destnîşan kir ku ev êriş gefê li hinartina petrola Kendavê û pêvajoya veguhastina petrolê ya ji keştiyekê ji bo keştiyeke din dikin.



