Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zîv di bin bandora xurtbûna dolarê Amerîkî û bilindbûna faîzê de daket.
Bihayê onsa zîv 8ê Çiriya Pêşîn heta bi 58,50 dolarî daket û di du mehên dawî de asta xwe ya herî nizm dît.
Her çend e piştî wê biha hinekî bi ser xwe ve hatibe jî, ji destpêka salê ve daketina bihayê zîv nêzîkî ji sedî 18an bûye.
Guvaşa li ser zîv zêde dibe
Kêmbûna daxwaza ji bo fonên zîv û bilindbûna embarên COMEXê ya ji bo asta herî bilind a heşt mehên dawî guvaşa li ser bihayan zêdetir kir.
Li aliyê din, zêdebûna embaran a li Çînê dilgiraniyên li ser kêmbûna dabînkirina zîv kêm kirin.
Asta 58 dolaran krîtîk e
Li gorî nirxandinên teknîk, di dema kurt de navbera 58 û 61 dolaran ji bo onsa zîv xwedî girîngiyeke mezin e.
Tê diyarkirin ku eger xala piştgiriyê ya di navbera 58 û 58,60 dolarî de ber bi xwarê ve here, dibe ku bihayê zîv heta 54,50 dolarî dakeve.
Di tevgerên ber bi jor de jî astên 60 û 64,50 dolarî wekî xalên berxwedanê tên şopandin.
Çav li amarên enflasyonê ne
Ji bo diyarbûna arasteya bihayê zîv, amarên enflasyonê yên ku dê li Amerîkayê bên eşkerekirin û daxuyaniyên rayedarên Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) yên li ser polîtîkaya faîzê girîng in.
Li hêla din, beşdarên konferansa Yekitiya Bazara Zêr û Zîv a Londonê (LBMA) pêşbînî dikin ku di nav salekê de onsa zîv dikare bigihe 94,70 dolarî.
Ev yek nîşan dide ku pêşbîniyên zêdebûnê yên ji bo dema dirêj berdewam dikin lê belê ev pêşbînî tenê texmînek e û garantî nake ku biha dê bigihe wê astê.


.webp&w=3840&q=75)