Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro beşek ji kara xwe ya doh ji dest da û onseke zêr daket 4 hezar û 140 dolarî.
Onsa zêr sêşemê gihîştibû nêzîkî 4 hezar û 180 dolarî û paşê daketibû 4 hezar û 160 dolarî.
Zêr îro bi vebûna bazarên Asyayê re berê xwe da jêr û niha onseke zêr bi nêzîkî 4 hezar û 140 dolarî tê kirîn û firotin.
Dolar û petrol bûn sedema daketinê
Bihabûna dolar û kara darayî yên Amerîkayê û di heman demê de bihabûna petrolê, bûn sedema daketina îro ya bihayê zêr.
Li gorî şirketên şêwirmendî û şopandina tevgera deryayî, kapasîteya veguhastina petrolê ya li Kendavê vegeriyaye 4 ji 5ê ya serdema beriya şer.
Vê yekê jî di nava du hefteyên borî de sînorek ji bilindbûna bihayê petrolê re danî.
Li aliyê din, faîz û kara li ser bonoyên Xezîneya Amerîkayê di ser ji sedî 5an re maye.
Ev jî bû sedem ku endeksa dolar derkeve ser 102yan.
Van hemû rûdanan zext li ser bihayê metala zer kir.
Çavê bazirganan li Banka Navendî ye
Rayedarên Banka Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniyên xwe yên van çend rojên dawî de destnîşan kir ku ne pêwîst e di warê zêdekirina faîza bankê de bi lez tevbigerin.
Niha veberhêner û bazirgan pêşbînî dikin ku vê mehê Banka Navendî ya Amerîkayê dê faîzê tenê ji sedî 20 zêde bike.
Hefteya borî ev rêje nêzîkî ji sedî 40 bû.
Îro dê tomarên civîna meha borî ya Banka Navendî ya Amerîkayê werin belavkirin.
Bazirgan li bendê ne ku li ser siyaseta pere ya bankê agahiyên nû wergirin.
Li gorî wê yekê jî ev daxuyanî û zanyarî dikarin bandorê li bihayê zêr bikin.

.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
