Hewlêr (Rûdaw) - Îro li bazarên cîhanê bihayê petrolê ber bi bilindbûnê ve çû.
Êrişên Hûsiyan ên li ser Erebistana Siûdî careke din dilgiraniyên li ser hinartina petrola xav a Rojhilata Navîn zindî kirin, tevî ku hinartina petrolê ya li herêmê zêde bûye.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro ji sedî 1,17 bilind bû û her bermîl bi 101,76 dolaran tê kirîn û firotin.
Bihayê petrola Teksasê ya Amerîkayê jî ji sedî 1,26 bilind bû û her bermîl gihişt 90,57 dolaran.
Hinartina petrolê ya Siûdiyê
Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdiyê Mîr Ebdulezîz Bîn Selman ragihand ku kapasiteya wê petrola ku bi rêya xeta boriyan a "Rojhilat - Rojava" hatiye veguhastin gihiştiye 5,8 milyon bermîlan.
Tevî vê yekê jî, dilgiraniyên li ser îhtîmala rawestana dabînkirina petrolê ya li Rojhilata Navîn bandoreke rasterast li ser bazaran kiriye.
Desteya Hewavaniyê ya Siûdiyê daxuyand ku sêşemê her du balafirgehên Cazan û Necranê yên li navxweyê wî welatî di du êrişan de bûne armanc.
Ev yek di demekê de ye ku aloziyên leşkerî yên di navbera Hûsî û Erebistana Siûdiyê de zêde dibin.
Metirsiyên jeopolîtîk didomin
Birêvebirê Veberhênanê yê saziya Zaye Capital Marketsê Naeem Aslam li ser vê mijarê axivî û ragihand:
"Bihayê petrolê di navbera başbûna dabînkirina fîzîkî û berdewamiya metirsiyên jeopolîtîk de asê maye."
Her wiha Şirovekarê Bilind ê Bazarên Darayî yê platforma XS.comê Samer Hesen jî amaje bi wê yekê kir û got:
"Şiyana berdewam a Hûsiyên Yemenê ya ji bo armanckirina saziyên petrolê yên ku bi sedan kîlometreyan ji sînoran dûr in, metirsiyên rawestaneke nû û berfireh a dabînkirina petrolê bilind dihêle."
.webp&w=3840&q=75)


