Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro piştî vebûna bazarên Asyayê ber bi bilindbûnê ve çû.
Her bermîla petrola brent a Deryaya Bakur 42 sentan bilind bû û bi 100 dolar û 74 sentan hat kirîn û firotin.
Bihayê bermîla petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 38 sentan bilind bû û derket 89 dolar û 80 sentan.
Nirxandina pisporan
Pisporê bazarên darayî yê li şirketa KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê mijarê ragihand:
"Piştî daketina doh, di bihayê petrolê de guherîneke kêm çêbûye.
Bazirgan niha qebareya petrola ku bikeve bazarê dinirxînin, bi taybetî jî wan raporan dinirxînin ku amajeyê bi geşbûn û zêdebûna hinardekirina petrola Rojhilata Navîn dikin."
Waterer her wiha destnîşan kir ku zêdebûna amarên firotina petrola Siûdiyê û biryara Koma 7an (G7) a ji bo bikaranîna rezervên stratejîk di vî heyamî de ji bo kontrolkirina bihayê petrolê alîkar in.
Tevgera li Tengava Hurmizê
Daneyên şopandina keştiyên barhilgir roja duşemê nîşan da ku firotina petrola xav a Rojhilata Navîn di 4 rojên hefteya dawî ya meha îlonê de ji asta beriya şer derbas bûye.
Ev yek nîşan dide ku firotina petrola herêmê berdewam dike.
Biryara Koma 7an
Li aliyê din, roja înê welatên Koma 7an di bin guvaşa Serokê Amerîkayê Donald Trump de li hev kir ku ji bo rezervên lezgîn 100 milyon bermîl mazot û petrola xav bixin bazarê.
Wan welatan her wiha soz da ku xwe ji danîna her astengiyê ya li ser hinardekirina enerjiyê
dûr bixin.
Lê ber asêbûna dan û standinên navbera Amerîka û Îranê û berdewamiya aloziyên navbera Siûdî û hêzên Hûsiyan ên li Yemenê, dilgiraniyên li ser veguhastina petrola Siûdiyê hîn jî berdewam dikin.
.webp&w=3840&q=75)


