Hewlêr (Rûdaw) - Metirsiyên li ser zêdebûna dabînkirina petrola xav û îhtimala çêbûna zêdebariyê li bazarê bihayê petrolê daxist.
Metirsiyên li ser veguhastina deryayî yên li Tengava Hurmizê jî berdewam dikin.
Piştî vekirina bazarên Asyayê, bihayê bermîlek petrola xav a Brentê 40 sentan ango ji sedî 0,45 daket û bû 88,97 dolar.
Brentê roja duşemê ji 31ê Tebaxê ve asta herî nizm tomar kiribû.
Bihayê bermîlek petrola xav a Rojavayê Teksasê (WTI) ya Amerîkayê jî 23 sentan ango ji sedî 0,29 daket û bû 79,94 dolar.
WTIyê di destpêka kirîn û firotinê de ji 26ê Tebaxê ve asta herî nizm dîtibû.
Li Tengava Hurmizê êriş û metirsiyên deryayî
Metirsiyên veguhastina deryayî yên li Tengava Hurmizê heta radeyekê piştgirî da bihayan.
Televîzyona fermî ya Îranê Press TVyê ragihand, Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdaran a Îranê eşkere kiriye ku roja duşemê li tengavê 3 tankerên petrolê li mayînên deryayî ketine û agir bi wan ketiye.
Li aliyê din, rojnameya Wall Street Journalê li ser zarê berpirsên Amerîkî û kesên ku haya wan ji mijarê heye nivîsî ku Amerîka lêkolînê dike ka rola Îranê di êrişên sîber ên li dijî nêzîkî 50 keştiyên veguhastina petrol û enerjiyê de heye yan na.
“Bazar hîn jî di bin zexteke cidî de ye”
Başbûna dabînkirina li bazarê zextê li ser bihayan çêdike lê şîrovekar balê dikişînin ser wê yekê ku bazar hîn jî di rewşeke hestiyar de ye.
Stratejîstê payebilind ê madeyên xav ê Banka ANZyê Daniel Hynes di noteke ku ji mişteriyên xwe re şandiye de got:
“Tevî ku di asta embaran û peydakirina berheman de hinek başbûn heye jî, bazara petrolê hîn di bin zexteke cidî de ye.”
Hynes her wiha anî zimên:
“Bihayên petrolê, cudahiya bihayê di navbera girêbestên demdirêj de, qezenca parzûngehan û meyla veberhêneran zêdetir nîşan didin ku bazar li benda asayîbûna rewşê ye.
Tevî vê yekê, pêvajoyên veguhastin û lojîstîkê hîn jî sînordar in.
Ji ber vê yekê sîstema petrolê ne ber bi asayîbûnê ve, wisa xuya dike ku ji kêmasiyeke tund ber bi lawazbûnê û hestiyariyeke berdewam ve diçe.”
Li Lîbyayê dabînkirina petrolê dîsa zêde dibe
Li hêla din, li Lîbyayê dabînkirina petrolê careke din dest bi zêdebûnê kir.
Serokê Saziya Niştimanî ya Petrolê ya Lîbyayê roja duşemê ji Reutersê re ragihand ku xeta boriya qada petrolê ya Şerareyê careke din hatiye vekirin û dest bi veguhastina petrolê ya ber bi embarên şirketa Akakusê yên li Zawiyeyê ve hatiye kirin.
Deutsche Bank: Embarên cîhanê 52 milyon bermîl zêde bûn
Deutsche Bankê di raporeke lêkolînê de eşkere kir ku embarên petrol û berhemên petrolê yên li seranserê cîhanê meha Çiriya Pêşîn 52 milyon bermîl zêde bûne.
Ev yek rojane nîşana zêdebariya 1,7 milyon bermîlî dide.
Li gorî bankê, dane nîşan didin ku bazara petrolê ya cîhanî careke din hevseng dibe û ber bi zêdebariyê ve diçe lê hinek astengî dikarin vê pêvajoyê dereng bixin.
Rapirsiya destpêkê ya Reutersê jî nîşan dide ku tê çaverêkirin embarên petrola xav û berhemên petrolê yên li Amerîkayê hefteya borî zêde bûbin.



