کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar / Wêne: Arşîv

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar / Wêne: Arşîv

Aborî

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Hilberîna petrolê ya li Gabarê 84 hezar bermîl derbas kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

23-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran23-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Firotina Black Fridayê ya îsal dê trilyonek dolar derbas bike
Aborî22-11-2026

Firotina Black Fridayê ya îsal dê trilyonek dolar derbas bike

Zêr heliya: Di 8 rojan de ji sedî 14 daket
Aborî20-11-2026

Zêr heliya: Di 8 rojan de ji sedî 14 daket

Berpirsekî Nînowayê: Rojane 5 hezar bermîl petrol bi qaçaxî dibin Sûriyeyê
Aborî19-11-2026

Berpirsekî Nînowayê: Rojane 5 hezar bermîl petrol bi qaçaxî dibin Sûriyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar eşkere kir ku hilberîna rojane ya petrolê ya li Gabarê 84 hezar bermîl derbas kirine.

Bayraktar da zanîn ku li qadên Gaziler û Çardakliyê (Kulyan) 135 milyon bermîl rezerva nû ya petrolê hatiye keşifkirin û diyar kir ku ew armanc dikin sala 2027an hilberîna rojane ya petrolê ya li navxweyê Tirkiyeyê derxin ser 160 hezar bermîlî.

Budceya sala 2027an a Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî û saziyên pê ve girêdayî li Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin.

Wezîr Alparslan Bayraktar di pêşkêşiya xwe ya li komîsyonê de ji hilberîna petrol û gaza xwezayî heta veberhênanên madenvaniyê, ji piştgiriyên enerjiyê heta projeyên navneteweyî li ser gelek mijaran nirxandin kirin.

Li Gabarê hilberînê 84 hezar bermîl derbas kir

Bayraktar diyar kir ku xebatên ji bo zêdekirina hilberîna petrolê ya Tirkiyeyê berdewam dikin û got ku hilberîna rojane ya li Gabarê 84 hezar bermîl derbas kiriye.

Bayraktar eşkere kir ku di çarçoveya xebatên nû yên lêgerînê de li qadên Gaziler û Çardakliyê 135 milyon bermîl rezerva petrolê hatiye keşifkirin û anî zimên ku ev keşif dê piştevaniyeke girîng bidin hilberînê.

Bayraktar destnîşan kir ku ew armanc dikin sala 2027an hilberîna rojane ya petrolê ya li navxwe derxin ser 160 hezar bermîlî û got ku ev yek dê salane 5,6 milyar dolarî alîkariya kêmkirina kêmasiya hesabê cariyê bike.

Bayraktar da zanîn ku xebatên Hevpariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) yên li navxwe û derveyî welêt tên berfirehkirin û ragihand ku tê armanckirin ev şirket heta sala 2040î bibe xwedî pêkhateyeke ku rojane 1,7 milyon bermîl petrol û gaza xwezayî hildiberîne.

“Fîloya enerjiyê ya Tirkiyeyê li derveyî welêt dixebite”

Bayraktar diyar kir ku Tirkiye li gorî hejmara keştiyan xwediya çaremîn fîloya herî mezin a enerjiyê ya cîhanê ye.

Wî got ku keştiya Çagrî Beyê li avên Somaliyê xebatên sondajê didomîne û keştiya Oruç Reîsê jî li Pakistanê dest bi lêkolînên sîsmîk kiriye.

Bayraktar bal kişand ser xebatên enerjiyê yên Tirkiyeyê yên li welatên cuda jî û eşkere kir ku ew li bajarê Kerkûkê yê Îraqê bûne hevparê qadeke hilberîna petrolê ya xwedî girîngiyeke stratejîk.

Bayraktar diyar kir ku ew li herêma aborî ya taybet a Bulgaristanê ya li Deryaya Reş bi rêjeya ji sedî 33yan bûne hevparê lêgerînên petrol û gaza xwezayî û li Macaristanê jî li du qadan mafê lêgerîn û hilberînê bi dest xistiye.

Bayraktar destnîşan kir ku bi Lîbya, Sûriye û Umanê re ji bo xebatên lêgerîn û hilberînê peyman hatine îmzekirin û got ku tê armanckirin ji bo gihandina gaza xwezayî ya ji bo Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC) xeta boriyê bê avakirin.

Bayraktar bi bîr anî ku peymana li ser bikaranîna Xeta Boriya Petrola Xam a Îraq-Tirkiyeyê meha Tebaxê salekê hatiye dirêjkirin.

Wî diyar kir ku ew armanc dikin Projeya Rêya Bipêşketinê ya ku di navbera Tirkiye û Îraqê de tê plankirin veguherînin korîdoreke stratejîk a enerjiyê ya ku bi xetên veguhastina petrol, gaza xwezayî û karebayê tê piştgirîkirin.

Di budceya madenvaniyê de ji sedî 140 zêdebûn

Bayraktar diyar kir ku xebatên lêgerîna madenan rîsk û sermayeyeke bilind dixwazin û got ku ji her 100 ruxsetên lêgerîna madenan tenê di yekê de rezerva ku bi awayekî aborî dikare bê xebitandin tê dîtin.

Bayraktar eşkere kir ku wan pêşniyar kiriye budceya veberhênanê ya sala 2027an a Birêvebiriya Giştî ya Lêkolîn û Lêgerîna Madenan (MTA) bi rêjeya nêzîkî ji sedî 140î bê zêdekirin û bigihîje 13 milyar lîreyî.

Wî da zanîn ku bi vê çavkaniyê dê lêkolînên jeolojîk û şiyana sondajê bên berfirehkirin.

Bayraktar diyar kir ku qebareya aborî ya sektora madenvaniyê ya li Tirkiyeyê sala 2002yan di asta 2 milyar dolarî de bû û sala 2025an derketiye 14 milyar dolarî û anî zimên ku hinardekirina madenan jî zêde bûye.

Bayraktar ragihand ku hinardekirina madenan a ku sala 2025an 6,2 milyar dolar bû, di 10 mehên ewil ên sala 2026an de gihîştiye 6,1 milyar dolarî.

Wî got ku ew li bendê ne heta dawiya salê 7 milyar dolar bê derbaskirin û rekoreke nû bê tomarkirin.

Armanca hilberînê di elementên kêmpeyda û zêr de

Bayraktar diyar kir ku ji bo tevlîkirina çavkaniya elementên kêmpeyda yên axê ya li navçeya Beylîkovayê ya Eskîşehîrê li aboriyê, teknolojiyên veqetandin û paqijkirinê tên pêşxistin.

Wî eşkere kir ku ew armanc dikin sala 2030î bigihîjin hilberîna salane ya 10 hezar ton oksîda axa kêmpeyda û Tirkiyeyê bikin pêncemîn hilberînerê herî mezin ê cîhanê.

Bayraktar anî zimên ku Tirkiye di madena borê de li bazara cîhanê di rêza yekem de ye û da zanîn ku sala 2025an zêdetirî 1,2 milyar dolarî hinardekirin hatiye kirin û dawiya sala 2026an jî firotina 1,6 milyar dolarî tê armanckirin.

Bayraktar diyar kir ku xebatên ji bo hilberîna lîtyûm karbonatê ya ji bermayiyên şil ên borê berdewam dikin û got ku bi projeyên Etî Madenê tê armanckirin kapasîteya hilberîna salane bigihîje 600 tonî.

Bayraktar bal kişand ser hilberîna zêr a Tirkiyeyê jî û got ku hilberîna ku sala 2001ê salane 1,4 ton bû derketiye asta 42 tonan û di 24 salên dawî de bi giştî 550 ton zêr hatiye hilberandin.

Bayraktar diyar kir ku ew armanc dikin hilberîna salane ya zêr derxin 100 tonî û bi vê yekê armanc dikin alîkariya girtina kêmasiya bazirganiya derve ya 13 milyar dolarî ya ji ber bazirganiya zêr bikin.

Bayraktar da zanîn ku xebatên madenvaniyê yên Tirkiyeyê yên li derveyî welêt jî tên berfirehkirin û eşkere kir ku li Nîjerê dê yekem hilberîna zêr meha Kanûna Pêşîn pêk were.

Wî her wiha got ku bi Ozbekistan, Pakistan, Sûriye, Qazaxistan, Azerbeycan, Qirxizistan û Sûdanê re hevkariyên di warê lêgerîna madenan de tên bipêşxistin.

Pêşniyara budceya 2027an a wezaretê 87,3 milyar lîre ye

Bayraktar diyar kir ku di rapora kontrolê ya sala 2025an a Serokatiya Dîwana Çavdêriya Darayî (Sayiştay) de li ser wezaretê ti kêmasî nehatiye dîtin.

Bayraktar eşkere kir ku pêşniyara budceya sala 2027an a Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî 50,6 milyar lîre ye û da zanîn ku li gel saziyên girêdayî û pêwendîdar, tevahiya pêşniyara budceyê gihîştiye 87,3 milyar lîreyî.

Bayraktar diyar kir ku ew armanc dikin çavkaniyên enerjî û madenan ên Tirkiyeyê bi awayekî çalaktir bi kar bînin û got ku ew dê di çarçoveya vîzyona "Enerjiya Neteweyî ya 2040î" de pêkanîna wan projeyan bidomînin ku dê ewlehiya dabînkirina enerjiyê bihêz bikin û pêgeha herêmî û cîhanî ya Tirkiyeyê bibin pêş.

Nûçeyên Têkildar

Firotina Black Fridayê ya îsal dê trilyonek dolar derbas bike
Aborî22-11-2026

Firotina Black Fridayê ya îsal dê trilyonek dolar derbas bike

Zêr heliya: Di 8 rojan de ji sedî 14 daket
Aborî20-11-2026

Zêr heliya: Di 8 rojan de ji sedî 14 daket

Berpirsekî Nînowayê: Rojane 5 hezar bermîl petrol bi qaçaxî dibin Sûriyeyê
Aborî19-11-2026

Berpirsekî Nînowayê: Rojane 5 hezar bermîl petrol bi qaçaxî dibin Sûriyeyê

Pirsên