Hewlêr (Rûdaw) - Damezirîner û Birêvebirê Bicihhêner ê Crescat Capitalê Kevin Smith pêşbîniyeke surprîz anî zimên û ragihand ku dibe di nava çar salên bê de ango heta sala 2030î, bihayê onseke zêr bigihîje 20 hezar dolarî.
Smithê ku ji sala 1992yan ve birêvebirê veberhênanê ye, pêşbîniya xwe li ser bingeha du modelên aboriyê ava kiriye ku bihayê zêr bi zêdebûna qebareya diravê li cîhanê û rêjeya mezinbûna pişkan re girê didin.
Di lêkolîneke ku 22yê Tîrmeha 2026an hat weşandin de, Crescat Capitalê du rê ji bo bidestxistina armanca 20 hezar dolarî destnîşan kirine.
Her çend her du rê ji aliyê bîrkariyê ve mentiqî bin jî, her yek ji wan bi guherînên mezin ên di sîstema darayî ya cîhanî de ve girêdayî ye.
Zêdebûna diravê li cîhanê: Zêr li hemberî çapkirina pereyan
Modela yekem a Crescatê qebareya diravê li cîhanê bi mêjera zêrê ku li cîhanê heye re dide ber hev.
Belgeya sereke ew e ku hikûmet û bankên navendî dikarin pereyan çap bikin û zêde bikin lê qebareya fîzîkî ya zêr li cîhanê gelekî hêdî zêde dibe.
Li gorî şirketa Crescatê, zêdebûna qebareya pereyan a li cîhanê di nava 22 salên borî de salane bi navînî bi rêjeya ji sedî 7 mezin bûye.
Eger ev araste berdewam bike û hilberîna zêr di heman astê de bimîne, nirxê zêr dikare bi rengekî berbiçav bilind bibe.
Ev model nîşan dide ku di dawiyê de dibe bihayekî nû ji bo zêr were diyarkirin da ku nûnertiya beşeke pir mezintir a serweta diravî ya cîhanê bike.
Li gorî texmînên Crescatê, ev rewş dikare di nava çar salan de bihayê her onsa zêr bigihîne 20 hezar dolarî.
Lê belê ev tenê modelek e û nayê wê wateyê ku bankên navendî dê bi awayekî fermî vegerin ser pergala standarda zêr a berê ku tê de zêr ji bo çapkirina pereyan şertekî sereke bû.
Îhtimala têkçûna bazara pişkên Amerîkayê
Modela duyem a şirketê rêyeke cuda dişopîne ku ew jî lêkolîna li ser pêwendiya dîrokî ya di navbera zêr û S&P 500a borsaya Amerîkayê de ye.
Şirket senaryoyekê di ber çavan re derbas dike ku tê de bazara pişkên Amerîkayê bi rêjeya ji sedî 50 dakeve û di heman demê de bihayê zêr li hemberî pişkan bi lez bilind bibe.
Model pêşbînî dike ku hevsengiya zêr li hemberî pêvebera S&P 500ê dikare bigihe 5,25an ku ev yek jî bihayê onsa zêr dike 20 hezar dolar.
Crescat vê rewşê dişibîne krîzên aborî yên berê, bi taybetî têkçûna bazaran a salên 1929 û 1973yan ku tê de piştî qeyranan bihayê zêr li hemberî pişkan bilindbûneke berbiçav tomar kiribû.
Lê pêkhatina vê senaryoyê girêdayî du pêşhatên mezin e: Daketineke tûj a pişkên Amerîkayê û zêdebûneke mezin a bihayê zêr.
Ti yek ji van ne garantî ne û pêwendiyên dîrokî yên bazarê ne mecbûr in her tim wekî xwe ducare bibin.
Çima Smith bawer dike şert û merc guncav in?
Nêrîna geşbîn a Smith li ser sê pêşhatên mezin ên aboriya cîhanê ava bûye:
Ya yekem: Zêdebûna deynên hikûmeta Amerîkayê û kêmasiya berdewam a budceyê. Ev yek dihêle ku ji bo Banka Navendî ya Amerîkayê bilindhiştina rêjeya faîzê bêyî ku lêçûna deynan li ser hikûmetê zêde bibe gelekî zehmet be. Eger siyaseta diravî ber bi kêmkirina faîzê ve here, fişarên enflasyonê dê bibin sedema bilindbûna bihayê zêr.
Ya duyem: Bankên navendî kirîna zêr bi awayekî berbiçav zêde kiriye. Li gorî amarên Crescatê, kirîna zêr ji aliyê bankên navendî ve di çar salên borî de salane bi navînî gihîştiye nêzîkî hezar tonî ku ev rêje du qatî navîniya dehsalên berê ye. Berdewamiya van kirînan dê bibe piştgiriyeke xurt ji bo bihayê zêr.
Ya sêyem: Dilgiraniyên berdewam ên li ser pêgeha demdirêj a dolarê Amerîkî wekî diravê sereke yê yedek li cîhanê. Ev rewş dikare welatan han bide ku diravên xwe yên yedek pirreng bikin. Zêr yek ji bijardeyên sereke yên li ber destê bankên navendî ye da ku pişka xwe ya bi dolar kêm bikin.
Smith dibêje ku ev pêşhat dikarin hêzê bidin hev û jîngehekê ava bikin ku tê de zêr wekî serweteke hêjatir derkeve pêş.
Bihayê 20 hezar dolarî çi qas pêkan e?
Di asta niha de ku onsek nêzîkî 4 hezar û 200 dolarî ye, pêwîstî bi bilindbûna ji sedî 376an heye da ku bihayê zêr bigihîje 20 hezar dolarî.
Gihîştina bi wî bihayî ya di nava çar salan de salane pêdivî bi zêdebûneke bi qasî ji sedî 46an heye.
Bilindbûneke wiha di dîroka zêr de dê bibe rûdaneke kêmwêne. Ev yek bi egereke mezin pêdivî bi çend faktoran heye, wekî: Berdewamiya çapkirina pereyan, daxwaza xurt a veberhênanê û lawazbûna baweriya bi hebûnên darayî yên klasîk.
Sê senaryo dikarin rê li ber encameke wiha vekin:
Çapkirina zêde ya pereyan: Zêdebûna berdewam a diravê li bazarê û zêde çapkirina pereyan li gel berdewamiya kirîna zêr a ji aliyê bankên navendî ve dikare hêdî hêdî bihayê zêr ber bi jor ve bibe.
Qeyraneke mezin a aborî: Daketineke tûj a bazara pişkan li gel daketina baweriya bi dolar dikare lehiyeke sermayeyê ber bi zêr ve bikişîne.
Qeyrana hevpar a diravî û jeopolîtîk: Enflasyona bilind, zêdebûna deynên dewletan, aloziyên jeopolîtîk û kirîna bilez a bankên navendî bandorê li hev bikin û bi lez bihayê zêr bilind bikin.
Li aliyê din, bilindbûna rêjeya faîza rasteqîn a bankan, bihêzbûna dolar, daketina enflasyonê û kêmbûna daxwaza li ser zêr a wekî “stargeheke aram” dikarin vê pêvajoyê dereng bixin an jî bi temamî rê li ber bigirin.
Kengî dê zêr bigihe 20 hezar dolarî?
Modela yekem a Crescatê balê dikişîne ser derdora sala 2030î, bi wî mercî ku zêdebûna qebareya diravê li cîhanê berdewam bike.
Modela duyem demeke dirêjtir diyar dike ku di navbera çar û heft salan de ye. Ev yek jî girêdayî rûdana qeyraneke mezin a li bazara pişkan û berteka zêr a piştî wê ye.
Lê belê ev tenê senaryoyên mercdar in ne pêşbîniyeke teqez in.
Qeyraneke aborî dikare pêvajoyê leztir bike lê mezinbûneke aborî ya bihêztir, siyaseta tund a diravî yan bihêzbûna dolar dikarin vê pêşbîniya Kevin Smith bi awayekî berbiçav bi paş bixin.


