Hewlêr (Rûdaw) - Borsaya New Yorkê piştî ku amarên kar û bêkariyê ji ya dihat hêvîkirin kêmtir hat û daxwaza zêdekirina faîzê qels kir, di roja dawî ya xebatê ya hefteyê de bi rêjeyeke bilind dest pê kir.
Di vebûnê de endeksa Dow Jonesê, ji sedî 0,67an bilind bû û gihîşt 51.266,64 puanan.
Endeksa S&P 500ê bi zêdebûna ji sedî 0,89an derket 7,734,72 puanan û endeksa Nasdaqê jî bi kara ji sedî 1,27an gihîşt 27.216,91 puanan.
Li Amerîkayê kar û bêkariya derveyî çandiniyê Îlona 2026an 29 hezar kes zêde bû û di bin hêviyan de ma, rêjeya bêkariyê jî derket ji sedî 4,2yan.
Di amarên Tîrmeh û Tebaxê yên îstihdama derveyî çandiniyê de bi giştî ji bo 60 hezar kesî revîzyoneke ber bi jêr ve hat kirin.
Faîzên Amerîkayê piştî demeke dirêj daketin
Analîst diyar dikin ku ev rapora kar û bêkariyê ya ku ji ya dihat hêvîkirin qelstir e, wan pêşbîniyan xurt dike ku Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) dê di civîna vê mehê de faîza polîtîkayê di cihê xwe de bihêle.
Di bihayên bazarên pereyê de, îhtimala ku Fed meha Çiriya Pêşîn faîzê zêde bike ket binê ji sedî 20î.
Ji ber tirsên enflasyona domdar, faîza tehwîlên xezîneyê yên 10 salî yên Amerîkayê doh bi ji sedî 5,34an û faîza tehwîlên 30 salî jî bi ji sedî 5,69an, nirxên xwe yên herî bilind ên ji sala 2002yan vir ve dîtibûn.
Pişt re jî bi rêzê ve di asta ji sedî 5,23yî û ji sedî 5,60î de mabûn.
Amarên kar û bêkariyê îhtimala zêdekirina faîzê ya Fedê qels kir, faîza tehwîlên 10 salî yên Amerîkayê îro nêzîkî 7 puanên bingeh kêm bû û daket ji sedî 5,16an, faîza tehwîlên 30 salî jî 5 puanên bingeh ket û heta ji sedî 5,55an daket.
Dîzel û petrola xav geşbûn anî bazarê
Her çend di çareserkirina alozîyên Rojhilata Navîn de ti bipêşketinên nû çênebûne jî, piştî nûçeyên ku diyar dikin Yekîtiya Ewropayê li ser derxistina stokên zêde yên dîzel û petrola xav gotûbêjan dike, petrol erzan bû û ev yek bû sedema geşbûna bazaran.
Bermîleke petrola Brent saet 16:30î ji sedî 2,7 erzan bû û daket 99,59 dolaran.
Di heman xulekan de, bermîla petrola xav a bi cureya Teksasa Rojava jî ji sedî 4 erzan bû û bi 89,15 dolaran hat firotin.
Nike karkerên xwe derdixe, Tesla wesayîtan radest dike
Li aliyê şirketan jî firoşkarê cil û bergên werzişê Nike ku doh piştî girtina bazaran bîlançoya xwe weşand, da zanîn ku ew pêşbînî dikin dahata wan a salane kêm bibe û plansaziyeke jinûveavakirinê ya ku dê bibe sedema derxistina karkeran ragihand.
Hîseyên şirketê zêdetirî ji sedî 7 daketinê dest bi rojê kir.
Lê hîseyên hilberînerê otomobîlên elektrîkî Tesla, piştî ku radestkirina wesayîtan a di çaryeka sêyemîn de ji ya dihat hêvîkirin bilindtir hat, nêzîkî ji sedî 2yan bilind bû.


