Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr nêzîkî 20 dolarî bilind bû.
Paşveçûna enflasyonê ya li Amerîkayê, pêşbîniya bilindkirina rêjeya faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ve kêm kir lê di heman demê de bilindmayîna faîza senedên xezîneyê, zêr li ber metirsiya firotineke zêdetir hiştiye.
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 0,4 bilind bû û onsa zêr bi nêzîkî 4 hezar û 170 dolarî hat kirîn û firotin.
Pêşbîniyên li ser faîzê
Pîvera Xerciyên Bikaranîna Kesane (PCE) bêyî hejmarkirina xwarin û enerjiyê (ji bo pîvana enflasyonê pîvera sereke û pejirandî ya Banka Navendî ya Amerîkayê ye) meha tebaxê bi rêjeya ji sedî 0,2 bilind bû.
Ev rêje ji pêşbîniyan kêmtir bû. Her wiha amarên meha berê jî ber bi jêr ve hatin sererastkirin.
Vê yekê jî heta astekê dilê bazaran li ser asoya enflasyonê rehet kir.
Van amaran wisa kir ku bazirgan pêşbîniyên xwe yên ji bo bilindkirina rêjeya faîzê di civîna meha Çiriya Pêşîn a Banka Navendî de bi awayekî berbiçav kêm bikin.
Bi vî awayî egera bilindkirina faîzê ji nêzîkî ji sedî 70yê destpêka hefteyê daket nêzîkî ji sedî 34an.
Metirsiya firotinê berdewam dike
Bilindmayîna faîza senedên xezîneyê yên Amerîkayê û metirsiya berdewamiya siyaseta tund a diravî, hîn jî wisa dikin ku zêr li ber metirsiya pêleke nû ya firotinê bimîne.
Meha Îlonê bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 6 daket ku ev daketina herî mezin a mehane ya ji meha hezîranê ve ye.
Ev yek piştî wê hat ku Banka Navendî ya Amerîkayê ji sala 2023yan ve cara yekem rêjeya faîzê bilind kir.
Her wiha Banka Navendî amaje bi wê yekê jî kir ku dibe ku pêwîstî bi tundkirina zêdetir a siyaseta diravî hebe.
Her wiha di wê mehê de faîza senedên darayî yên cîhanî bilind bû.
Sedema vê yekê ew bû ku dilgiraniyên li ser zêdebûna deynên hikûmetê û kêmasiya darayî bûn sedema zêdebûna leçûnan.
Bilindbûna faîza senedên lêçûnan derfeta hilanîna zêr zêde dike çimkî zêr ti faîza darayî hilnaberîne.
Niha jî çavê bazaran li rapora roja înê ya derfetên kar û bêkariyê ya li Amerîkayê ye.
Bazar dixwazin li ser arasteya rêjeya faîza Banka Navendî û paşeroja bihayê zêr nîşanên zêdetir wergirin.


