Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro li bazarên cîhanê zêdetirî ji sedî 1 bilind bû.
Sedema vê yekê ew e ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyara Îranê ya ji bo bidawîanîna şer û vekirina ducare ya Tengava Hurmizê red kir.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur îro 2,6 dolar bilind bû û derket 107 dolarî.
Bihayê petrola xav a Teksasê ya Amerîkayê jî bilind bû û ji bo her bermîl gihîşt 94 dolarî.
Pêşniyara Îranê û helwesta Trump
Îranê hefteya borî di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê pêşniyarek ragihandibû.
Her wiha eşkere kiribû ku ew pêşniyar bi rêya navbeynkarên Qeterî radestî Amerîkayiyan hatiye kirin.
Lê belê Donald Trump roja şemiyê ji Berpirsê Ofîsa Waşingtonê yê Rûdawê Diyar Kurde re ragihand ku wî ew pêşniyar red kiriye.
Ligel vê yekê jî Trump roja yekşemê ji malpera Axiosê re da zanîn ku ew çaverê dike nûnerên Amerîkayê vê hefteyê beşdarî dan û standinên zêdetir bibin.
Gefên li ser dabînkirina petrolê
Şirovekarên Banka ANZyê (Koma Bankê ya Awistralya û Zelandaya Nû) li ser vê mijarê got:
"Metirsiyên jeopolîtîk di asteke bilind de mane ji ber ku Hûsî û Îran êrişên xwe yên li ser Erebistana Siûdî didomînin.
Vê yekê jî kiriye ku xeta dabînkirina petrolê ya li ser asta cîhanê di bin metirsiyê de bimîne."
Siûdiyê roja şemiyê ragihand ku wan rê li ber du mûşekên balîstîk û du dronan girtiye ku ji aliyê Hûsiyên nêzîkî Îranê ve ber bi wî welatî ve hatibûn avêtin.


