Hewlêr (Rûdaw) – Di çarçoveya lêpirsîna fonê de ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve li ser dan û stendinên di bazarên sermayeyê de hatine kirin tê meşandin, Alîkarê Serokê berê yê Lijneya Sermayeya Piyasayê (SPK) Enver Usca jî di nav de 4 kes hatin girtin.
Lêpirsîna fonê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve li ser dan û standinên bazarên sermayeyê hatibû destpêkirin, berdewam dike.
Di çarçoveya lêpirsînê de kar û barên 6 tohmetbarên ku sewqî edliyeyê hatibûn kirin, bi dawî bûn.
4 tohmetbar hatin girtin
Ji nav 4 tohmetbaran ku Enver Uscayê Alîkarê Serokê berê yê SPKyê jî di nav de ye, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Ji tohmetbarên din ji bo yekî biryara kontrola edlî hat dayîn, kesek jî ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan



