Hewlêr (Rûdaw) - Îro roja çaran e ku bihayê petrolê li pey hev dadikeve.
Ev daketin ji ber wan pêşbîniyan pêk hat ku dibêjin têkçûna Partiya Komarî ya bi serokatiya Donald Trump a di hilbijartinên Kongreyê de, dibe ku metirsiya berfirehbûna şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê kêm bike.
Bihayê bermîleke petrola xav a brentê îro 97 sentan ango bi rêjeya ji sedî 1,03yan daket û bi 93,65 dolaran hat kirîn û firotin.
Di heman demê de bihayê petrola xav a Teksasê ya Amerîkayê jî 1,14 dolaran ango bi rêjeya ji sedî 1,29an daket û bermîla wê bû 86,98 dolar.
Ev daketin piştî wê yekê hat ku roja çarşemê di bazarên dan û standinê de her du endeksên sereke bi rêjeya zêdetirî ji sedî 8 daketin û ji 31ê Tebaxê û vir ve gihîştin asta xwe ya herî nizm.
"Metirsiya êrişa li ser Îranê kêm bûye"
Du çavkaniyên nêzîkî desthilata li welatên Kendavê ragihand ku lawazbûna pêgeha Trump a li beramberî Kongreyeke di bin kontrola Demokratan de ku dikare bijardeyên leşkerî sînordar bike, ji bo gihîştina bi peymanekê teşwîqeke mezintir dide Serokê Amerîkayê.
Li gorî dîtina wan çavkaniyan, niha îhtimala pêkanîna êrişeke berfireh a li ser Îranê gelekî kêm bûye.
Şirovekarê Bilind ê Bazara Petrolê yê saziya Sparta Commoditiesê Jun Goh li ser vê mijarê got:
"Bazar bandora hilbijartinên navberê yên Amerîkayê ya li ser gavên paşerojê yên Trump ên di şerê Îranê de dinirxînin û îhtimaleke zêdetir didin bidawîhatina şer.
Tevî vê yekê jî di qonaxa paşerojê de nearamiyeke zêdetir tê çaverêkirin, ji ber ku rêya gihîştina bi dîplomasiyeke tam hîn jî ne diyar e, di heman demê de rezervên stratejîk ên cîhanî jî gelekî kêm bûne."
Pêşkêşkirina petrolê zêde bûye
Li gorî lêkolînan, hinartina petrola xav a bi rêya Tengava Hurmizê vegeriyaye asta beriya destpêkirina şer lê bi mesrefeke zêdetir tê veguhastin.
Banka JP Morganê di raporekê de da zanîn ku destpêkirina xistina bazarê ya petrola Kendavê, bazara petrolê piştî çendîn mehên krîzê vegerandiye rewşa zêdebûna pêşkêşkirinê (over supply).
Bank texmîn dike ku bazar di meha îlonê de gihîştibû rojane 1,1 milyon bermîl petrola zêde ya li ser daxwazê û di meha çiriya pêşîn de jî ev hejmar derketibû 1,4 milyon bermîlan.
"Dibe ku ev daketin demkî be"
Tevî van hemûyan jî dibe ku ev daketina bilez a bihayê petrolê demkî be.
Birêvebirê giştî ê şirketa şêwirmendiya enerjiyê ya XAnalystsê Mukesh Sahdev li ser pirsa "Gelo dê biha her nizm bimînin?" got, "Bersiva kurt ev e: Nexêr."
Sahdev diyar kir ku Kongreya nû heta meha kanûna paşîn dest bi kar nake, ji ber vê yekê jî bijardeyên siyaseta Amerîkayê yekser naguherin.
Wî her wiha anî zimên ku depoyên petrolê yên li welatên bikarhêner nêzîkî asta herî nizm a 15 salên dawî ne û dibe ku Tehran piştî hilbijartinên Amerîkayê bi helwesteke bihêztir derkeve pêşberî cîhanê.
Li aliyê din, Birêvebiriya Agahdariya Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) ragihand ku hefteya borî depoyên petrola xav, benzîn û sotemeniyên parzûnkirî yên wî welatî kêm bûne.
Hat diyarkirin ku ev kêmkirin piştî wê yekê çêbûye ku daxwaza li ser petrolê ya li Amerîkayê di heyama salekê de gihîşt asta xwe ya herî bilind.



