Hewlêr (Rûdaw) – Milyarderê ji navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê Ferîdun Geçgel nîvê serweta xwe ji dest da.
Serokê Desteya Kargeriyê ya Astor Enerjiyê Ferîdun Geçgel, meha Hezîranê di lîsteya "karsazên herî dewlemend ên Tirkiyeyê" de bi serweta xwe ya 5,3 milyar dolarî Murat Ulker li pey xwe hiştibû û derketibû rêza yekem lê belê wî nêzîkî nîvê serweta xwe ji dest da.
Bi daketina îro ya di pişkên Astorê de, nirxê giştî yê serweta Ferîdun Geçgel heta 3,2 milyar dolarî daket.
Piştî ku Serokê Desteya Kargeriyê ya Pusula Portfoyê Muhammed Yariz hat desteserkirin û girtin, di Borsaya Stenbolê de daketineke tund dest pê kir.
Pusula Portfoy gelek şirketên wekî Katilimevim û Birevimê li xwe digire.
Piştî ku pişkên şirketên di bin kontrola Koma Terayê de daketin asta herî jêr, gelek şirketên din jî bêyî cudahiya sektoran zerer kir.
Astor ku yek ji mezintirîn şirketên enerjiyê ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye, piştî seansa destpêkê bi daketineke nêzîkî ji sedî 8an dan û standinên xwe rawestandin.
Bilindbûna Astor Enerjiyê ya bi demê re, serweta şexsî ya damezirîner û Serokê Desteya Kargeriyê ya Astor Enerjiyê Ferîdun Geçgel jî zêde kiribû.
Geçgel meha Hezîranê bi serweta xwe ya 5,3 milyar dolarî Serokê Desteya Kargeriyê ya Yildiz Holdîngê Murat Ulker li pey xwe hiştibû û bûbû "kesê herî dewlemend ê Tirkiyeyê" lê belê ev bilindbûna bilez a Geçgel bi daketineke tund bi dawî bû.
Li gorî Kovara Forbesê, serweta niha ya Geçgel heta 3 milyar û 200 milyon dolarî daketiye.
Bi vî awayî, zerera 3 mehan a di serweta karsazê ji Rihayê yê 56 salî de ji 2,1 milyar dolarî derbas bû.
Ferîdun Geçgel kî ye?
Ferîdun Geçgel sala 1970yî li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.
Wî bi bazirganiya kel û pelên elektrîk û elektronîkê dest bi jiyana xwe ya kar kir.
Geçgel sala 2005an Astor Transformator dewr girt û berê xwe da qada hilberînê.
Şirketa Astor Enerjiyê transformatorên voltaja navîn û bilind û alavên guhêzer hildiberîne.
Şirket sala 2023yan ket Borsa Stenbolê.
Ferîdun Geçgel sala 2024an bû Alîkarê Serokê Ankaragucuyê û Berpirsê Şaxa Futbolê û heman salê ji karê xwe îstifa kir.



