Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 15ê Îlonê ve lîtreya mazotê 6,62 lîreyan biha bû.
Piştî vê bihabûnê, lîtreya mazotê li Amedê 98 lîre û li Stenbolê jî 95 lîre derbas kir.
Guherînên di bihayê petrola brent û bilindbûna nirxê pereyên biyanî de bandorê li bihayê sotemeniyê dikin.
Bi bihayê nû re lîtreya mazotê li Amed û Wanê bi ser 98 lîreyan ket.
Bi bihayê nû re lîtreya mazotê li Stenbolê li aliyê Ewropayê bû 95,60 lîre û li aliyê asyayê jî bû 95,46 lîre.
Bihayê lîtreya mazotê li Enqereyê bû 96,75 lîre û li Îzmîrê jî gihîşt 97,02 lîreyan.
Bihayê benzîn û mazotê li gorî bajaran:
Amed
Benzîn: 82,68
Mazot: 98,27
Êlih
Benzîn: 82,68
Mazot: 98,26
Wan
Benzîn: 82,80
Mazot: 98,32
Colemêrg
Benzîn: 82,82
Mazot: 98,40
Mêrdîn
Benzîn: 82,69
Mazot: 98,27
Stenbol (aliyê Ewropayê)
Benzîn: 80,26 lîre
Mazot: 95,60 lîre
Stenbol (aliyê Asyayê)
Benzîn: 80,12 lîre
Mazot: 95,46 lîre
Îzmîr
Benzîn: 81,52 lîre
Mazot: 97,02 lîre
Enqere
Benzîn: 81,25 lîre
Mazot: 96,75 lîre


.webp&w=3840&q=75)
