Hewlêr (Rûdaw) - RT Bankê piştî Hewlêr û Bexdayê, li parêzgeha Besrayê ya başûrê Îraqê jî platforma xwe ya elektronîk a bi navê "RTB Mezad"ê da destpêkirin.
Ev platform derfetê dide bazirgan û hawirdekaran ku bi awayekî online û bi bihayê fermî yê hikûmetê daxwaza dolaran ji Banka Navendî ya Îraqê bikin.
Bi vî awayî rê li ber bilindbûna bihayê dolaran a li bazarê tê girtin û bazirgan dikarin di demeke kurt de pereyê biyanî bi dest bixin.
Rê li ber bihabûna kel û pelan tê girtin
Birêvebirê Liqa Besrayê yê RT Bankê Ednan Murîb li ser girîngiya vê platformê axivî û got:
"Em niha dikarin hemû wan şirketên petrolê yên taybet û giştî yên ku li Besrayê dixebitin bikişînin nav platforma xwe. Ev platform derfetê dide wan ku dolar û her pereyekî biyanî bi nirxê diyarkirî yê hikûmetê bikirin, ne bi nirxê bazara reş."
Ednan Murîb her wiha da zanîn ku ev gav dê bibe sedema rêlibergirtina bihabûna kel û pelan û aramiya bazarê.
"Çareseriyek ji bo pirsgirêkeke sereke ye"
Xwedî û birêvebirên şirketên bazirganiyê yên li Besrayê xizmetguzariyên vê platformê bi girîngî dinirxînin û wekî deriyekî nû yê bazirganiyê dibînin.
Birêvebirê Şirketa Mîrasê ya Navneteweyî Elî Macid li ser sûdwergirtina ji platformê got:
"Ev bîr û ramaneke gelekî baş e û çareseriyekê ji bo pirsgirêkeke bingehîn datîne ku bazirgan û hawirdekar bi taybetî li parêzgeha Besrayê pê dinaliyan. Berê dolar li pişt deriyên bankan dihat bidestxistin lê îro RT Bankê ew anî ber destê her kesî."
Besra bû sêyemîn navend
Platforma "RTB Mezad"ê berê li Hewlêr û Bexdayê hatibû çalakkirin.
Besra ji ber pêgeha xwe ya stratejîk û aborî bû sêyemîn parêzgeh ku ji vê xizmetguzariyê sûdê werdigire.
Bi rêya vê platformê bazirganên Besrayê jî dikarin wekî hemû bazirganên din ên Îraqê ji bo hewalekirina pereyan bi bihayê fermî yê hikûmetê destê xwe bigihînin dolaran.


.webp&w=3840&q=75)