Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber bilindbûna kirê, faîzên krediyan û zexta marketên mezin, par 799 esnafan deriyên dikanên xwe girtin.
Li Wanê esnafên biçûk ji ber rewşa aboriyê dinalin.
Bi biryara nû ya Serokkomariya Tirkiyeyê, ji 1ê Kanûna Paşîn a 2026an û pê ve pergala nû ya bacê ket pratîkê.
Ev yek jî bû sedem ku barê esnafan girantir bibe.
Barê bacê giran e
Esnafên ku berê bi baceke kêm debara xwe dikir, niha rûbirûyî bacên nû yên wekî KDV û baca dahatê bûne.
Ji bilî bacê mesrefên wekî kirê, ceyran, av û sîgorteya karkeran jî pişta esnafan şikandiye.
Li gorî amaran, sala 2025an li bajarê Wanê 799 esnafan dest ji karê xwe berda û dikanên xwe girtin.
"Dê esnafên biçûk nemînin"
Serokê Odeya Esnaf û Sinetkaran a Erdîşê Cabîr Gormuş li ser vê mijarê ji nûçegihanê Amdîdaheberê Salih Sertkal re axivî û hişyarî da.
Cabîr Gormuş destnîşan kir ku esnaf ji bo man û nemanê têdikoşin û wergirtina krediyan jî gelekî zehmet bûye.
Gormuş bangî rayedaran kir ku şertên krediyan hêsan bikin û got, "Eger gavên pêwîst neyên avêtin dê di demeke nêzîk de esnafên biçûk nemînin.”

.webp&w=3840&q=75)

