Hewlêr (Rûdaw) - Petrolê îro zêdetirî ji sedî 2yan biha bû.
Ev bihabûn piştî wê yekê hat ku êrişên Hûsiyan ên li ser Erebistana Siûdî û êrişên Îranê yên li ser keştiyên li Kendavê, dilgiraniyên dabînkirina petrolê ya bi rêya boriya petrolê ya Siûdiyê zêde kirin.
Bihayê bermîla petrola brentê ya Deryaya Bakur îro piştî vebûna bazarên Asyayê 2,90 dolar ango bi rêjeya ji sedî 2,77an bilind bû û derket 107,51 dolaran.
Her wiha bihayê bermîla petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî 2,27 dolar ango bi rêjeya ji sedî 2,27an zêde bû û gihîşt 102,32 dolaran.
Di destpêka vebûna bazarê de bihayê petrolê bi rêjeya zêdetirî ji sedî 3yan bilind bûbû.
Êrişên li ser Siûdiye û keştiyên li Tengava Hurmizê
Medyaya fermî ya Erebistana Siûdî yekşemê dîmenên xisara li ser gelek xanî û mizgeftekê belav kir.
Li gorî daxuyaniya wan, ev zerer ji ber êrişa Hûsiyan a li ser parêzgeha Cazanê ya li başûrê wî welatî çêbûye.
Hûsiyan jî ragihand ku wan êrişî pêgeheke leşkerî ya Siûdiyê kiriye.
Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) yekşemê ragihand ku li Tengava Hurmizê mûşek an bombeyek li keştiyekê ketiye.
Ji ber vê yekê agir bi keştiyê ketiye û xebatkarên keştiyê neçar mane ku wê vala bikin.
Îranê jî ragihand ku di encama êrişa li ser keştiyeke bazirganî ya Îranê ya li nêzîkî beravên wî welatî de kesek hatiye kuştin û 4 endamên tîma keştiyê jî birîndar bûne.
Boriya petrolê ya Siûdiyê hat girtin
Çavdêran pêşbînî dikir ku roja duşemê bi vebûna bazaran re bihayê petrolê bilind bibe, ji ber ku dilgiraniyên li ser dabînkirina petrolê ji aliyê Erebistana Siûdiyeyê ve zêde bûne ku hinardekara herî mezin a petrolê ya cîhanê ye.
Ev yek piştî wê hat ku boriya petrolê ya Rojhilat-Rojavayê ya wî welatî roja înê ji ber êrişeke dronî hat girtin ku ji nav axa Îraqê ve hatibû kirin.
Rawestandina xebata vê boriyê metirsiyê li ser ji sedî 4ê petrola cîhanê çêdike, ji ber ku vê boriyê alîkariya Siûdiyê dikir da ku bêyî derbasbûna ji Tengava Hurmizê petrola xwe hinarde bike.
Gefên li ser Bab el-Mendebê
Di heman demê de, Hûsiyên Yemenê yên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, roja înê gihîştin girava stratejîk a Perîmê (Meyûn).
Bi vî awayî ew dikarin bêtir kontrola Tengava Bab el-Mendebê bixin bin destê xwe.
Ew tengav rêyeke din a sereke ya veguhastina petrolê ye ku di mehên borî de ji sedî 4 heta 5an a petrola cîhanê di wir re derbas dibû.
Ji ber van astengiyan, bihayê petrolê di nava hefteya borî de bi rêjeya ji sedî 8an bilind bû û piştî meha Tîrmehê cara ewil ji asta 100 dolarî derbas bû.
Civîna Umanê hat taloqkirin
Şirovekarê bazarên darayî yê şirketa IGyê Tony Sycamore roja yekşemê di peyamekê de ragihand:
"Em berê xwe didin paşerojê. Heke dan û standinên vê hefteyê yên li Umanê encameke pratîkî nedin an xeta boriya Rojhilat-Rojavayê bi lez venegere ser karê xwe, metirsiya wê heye ku bilindbûna petrola xav bidome û ber bi asta xwe ya herî bilind a destpêka adarê ve biçe ku 111,48 dolar bû."
Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedir Bûseîdî pişt re li ser tora civakî ya Xê ragihand ku civîna roja duşemê ya di navbera welatên Kendavê û Îranê de ya li Umanê derbarê Tengava Hurmizê de hatiye taloqkirin.
.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)